Amerîka: "Em vekişîna PKK ya ji Şingalê dixwazin bibînin"
Wezîrê Parastinê yê Amerîka Jîm Mattîs destnîşan kir "Hûn jî dizanin PKK ji teref Amerîka ve wek rêxistineke terorê tê nasîn. Em vekişîna PKK ya ji Şingalê dixwazin bibînin."
Jîm Mattîsê Wezîrê Parastina Amerîka li ofîsa çapemenîyê ya Wezareta Parastina Amerîka kir de daxuyanî da rojnamegeran. Mattîs di daxuyanîya ku da de destnîşan kir hebûna PKKê bo Tirkîyê tehdîd e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Hûn dizanin PKK ji teref Amerîka ve wek rêxistineke terorê tê nasîn û PKK gelek welatîyên bêsûc û bêguneh ên Tirkîye kuşt. Em vekişîna PKK ya ji Şingalê dixwazin bibînin."(ÎLKHA)