• DOLAR 32.562
  • EURO 35.021
  • ALTIN 2434.504
  • ...
Tê îddîakirin ku Tel Rifat ket bin kontrola TSK û Arteşa Azad a Sûrîyê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Endamên Artêşa Azad ya Sûryeyê îddîakirin ku piştî Efrînê, Tel Rifat jî ketîye bin kontrola TSK û ya wan.

Li gor nûçeyên ji deverê tê piştî li Efrînê kontrol bi temamî hat bidestxistin li Tel Rifatê operasyon hatiye destpêkirin. Li gor nûçeyên ji deverê tên li Tel Rifatê jî kontrol bi temamî ketîye bin destê TSK û Arteşa Azad a Sûrîyeyê.

Berya niha li deverên di destê PKK/YPGê de operasyona "Mertala Firatê" hatibû rastkirin û dûre jî bi operasyona "Çîqlê Zeytûnê" dewam kir. Berya niha hatibû îfadekirin ku wê ji Tel Rifat û Minbicê heta Helebê devereke 30 kîlometre ya ewlehîyê bê avakirin.

Serokomar Recep Tayyip Erdogan îfade kir ku : "Me bi Hereketa Mertala Firatê derbeya ewil li wan xist. Pişdtî wê me bi operasyona Çiqlê Zeytûnê tikilîyê korîdora terorê yên bi Deryaya Sipîre qut kir. Emê di demeke kurt de Tel Rifatê jî bigrin û emê vê herekatê bighînin encama wê."

Tel Rifat li bakurê rojavayê Sûryeyê 40 kîlometreyî dûrî Helebê ye. Di sala 2004an de hejmara kesên li Tel Rifatê dijîn wek 20 hezar kesî hatibû eşkerekirin. Di heman wextê de Tel Rifat nêzîkî Mare ya ku di opersyona Mertalê Firatê de hatibû kontrolkirin e. Dûraya Tel Rifatê ji Tirkîyeyê ji hewayê ve 17 kolometre ye. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir