• DOLAR 32.557
  • EURO 34.927
  • ALTIN 2433.312
  • ...
Diyarbekirîyan ji êrîşên ku li mizgeftan tên kirin re bertek nîşan dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Xelkê Diyarbekirê ji ber ku ji sersalê heta niha li 40 mizgeftan êrîş Hatîyer rastkirin bertek nîşanî Elmanya da û îfade kirin ku kesên van êrîşan dikin ji ber ku tehemula wan ya li hember Îslam û Mislimana tineye dikin.

Ji xelkê Diyarbekirê Şeyhmûs Arik destnîşan kir ku leystokên Yahûdî û Xirîstîyanan li hember Mislimana neqedîyane û lazim e Misliman li dînê Îslamê xwedî derkevin.

Arik, îfade kir ku ji bo Misliman dengê xwe bêtir derxin lazim e nimêjin xwe bi cemaetî li mizgeftan bikin û wiha got: "Lazim e Misliman hêz û quweta xwe bizanin da ku kafir bizanibin bê bi kêre micadele dikin. Divê ev neyê ji bîr kirin, tiştên îro li Elmanya diqewime ne dûr e sêbê li Tirkîye an jî li Erebîstana Siûdî neqewime. Lazem e em li dînê xwe xwedî derkevin. Ew çawa li dînê xwe xwedî derdikevin û li gor wî dijîn lazim e em jî ji wan zêdetir li dînê xwe xweyîtîyê bikin û li gor emr û fermanên wî bijîn. Ji xwe ji ber ku em wek Mislimanan li hev xwedî derneketin û me piştgirîya hev nekirin îro van bûyr û hedîseyan tên serê me."

"Ji ber ku li hember Îslam û Mislimanan tehemmula wan tineye van êrîşan rast dikin"

Mûzafer Altûn, îfade kir ku sedemên van êrîşan ji ber neyartîya wan ya li dijî Xweda û Resûlê wî ye û wiha got: "Ji ber ku li hember Îslam û Mislimanan tehemmula wan tineye van êrîşan rast dikin. Ji xwe tu sedemên din jî tineye. Ji hebûna Îslamê heta roja me di Îslamê de her tim cîyê mizgeftan mezin bû ye. Dema mizgeft tê gotin ev tê wateya mekanê Misliman lê kom dibin û tên cemhev, cîyê ku bê kes û jar bi bîr tên xistin û cîyê ku heman îbadet lê tê kirin. Em bi temamê qelbê xwe kesên wan bûyeran dikin telîn dikin."

Remzîye Bakgorê jî îfade kir ku van êrîşan mafdarîya dînê Îslamê careke din derdixe holê.

Mehmet Çolak jî destnîşan kir ku ji Hezretî Mûhemmed het îro li mizgeftên Mislimanan êrîş tên rastkirin û wiha got: "Heger em wek Mislimanan bibin yek emê karibin van êrîşan ji holê rakin. Li Tirkîye jî kilise henin lê belê em hurmetê didin temamê dînan. Hêzên tarî ji ber ku Mislimanan li tu derê naxwazin li Elmanya û Hollanda êrîşî mizgeftan dikin. Ji bo wan kilise û mabet çibe ji bo me jî camî ew e. Mizgef îbadetxaneyên me nin. Cîyê ku em lê ji Xweda ra îbadet û evdîtîyê dikin e. Cîyên me yên pîrozin. Ji ber vê yekê divê em wan deran biparêzin."

Haci Ramazan Tormûş, jî îfade kir ku em êrîşên li dijî mizgeftan tên kirin şermezar dikin û wiha got: "Li ser alema Îslamê leystok tên leystin lê belê em wan leystokan nizanin. Niha ne dema tefrîqa û neyartîyê ye niha dema yekîtî û biratîyê ye. (ÎLKHA)

























Bu haberler de ilginizi çekebilir