• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2498.11
  • ...
"Zilma me ji PKKê dît me ji tu kesî nedît"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Xelkê Efrînê îfade dikin ku PKKê bi salan li Efrîn zarok bi zorê xist bin darê sîlehê, ji gel li ser navê "bacê" bi zorê perê top kir, kesên dixwestin navçeyê terk bikin desrûr nedan wan û 7 salan hemu cureyên zilmê li wan kirîye. Gelê Efrînê dibêjin em dixwazin li ser axa xwe bi hizûr û aramî bijîn.

Piştî TSKyê operason li Efrîna navçeya Helebê da destpêkirin hêdî hêdî jiyan tê asta asayî. Xelkê Efrînê îfade dikin ku êdî pêdivîyên wan bi ewlehî û hizûrê heye. Piştî YPG/PKK ji navçeyê hat paqijkirin gel hêvî dikin ku ew rojên nebaş li paş bibîne.

Xelkê Efrînê îfade dikin ku PKKe bi zorê diket malên gel, xisar didan malên wan, dest didan ser perê wan û xwarinên wan bi zorê ji wan digirtin. Gelê ku debara xwe bi firotana zeytûna dikin îfade dikin ku bexçeyên wan ji teref PKKê ve hatin wêrankirin.

Xelkê Efrînê ji nûçegîhanê ÎLKHAyê axifîn û îfade kirin ku, "Êdî em dixwazin di nava hizûrê de bijîn".

Ji xelkê Efrînê Rifat Huseyîn destnîşan kir ku, "Li dinyayê çikas zilm hebû PKKê tev li me kir" û wiha got: "PKKê bombe xistin malên me û çû. Bi sedem bi cîh kirina bombeyan însan dimrin. Îro du pîrekên ku xwestin têkevin malên xwe ji ber bi cîh kirin a bombeyan jiyana xwe di dest dan. Çiqas cûreyên zilê hebûn tev li me kirin. Çi tiştên nebaş yên li dinyayê tev li me kirin. Malên me şewitandin, dest dan ser eşya yên me û bi tenekan rûnê me yê zeytûna hebû dest da ser tevî û birin. Tev bi zorê ji me digirtin. Dema me pere nedan wan em dixistin hepsan. Zarokên me bi zorê dibirin eskerîyê. Zarokên min bi xwe ji bo eskerîyê nekin revyan Ewrûpa."

"Ma parastina mafên Kurdan zilim kirine?"

Mûhammed Barzî îfade kir ku PKKê li wan pir zilim kiriye û wiha got: "Zilma PKKê li me kir hew em dizanin û Xweda dizani. Li me gelek zilm kirin. Êdî em ji PKKê bêzar bûbûn. Lê belê hemd ji Xwedê re êdî Efrînî ji wan xilas bûn. Niha rewş ber bi başbûnê diçe. Li hember zilma PKKê ma nikarîbûn tu tiştek bikira. Hertişt tenê bi destûra wan dihat kirin. Dema PKKe li vir bû me nikarîbû debar û tîcareta xwe bikirana. Dema wan destûr bidana me dikarîbûn tîcareta xwe bikirana. Zarokên me bi zorê dibirin eskerîyê. Malên me hilweşîyan tu tiştekî me yê saxlem nema. Ma kirina zilmê parastina mafên Kurdaye?"   

"Zilma me ji PKKê dit me ji tu kesî nedît"

Mûhammed Azîz, destnîşan kir ku PKKê gel zaf ditirsand û bi taybetî zarokên qîz bi zorê dixistin bin darê sîlehê û ev jî di bû sedemê endîşeyek mezin û wiha got: "Zilma me ji PKKê dît me ji tu kesî nedît. Li Efrînê gelk avahî xira kirin û di binê wan avahîyan de gelek însan man. Zarokên me yên emrê wan 10, 12 û 18 salê bi zorê dibirin eskerîyê. Zarokên me yên qîz ji malên wan derxistin û birin. Ev 5 roje PKKe ji Efrînê derket. Ji ber vê yekê gel zaf kêfxweş û memûn in. Niha em malên xwe paqij dikin. Niha pirsgirêka me ya avê heye. Pirsgirêka me ya herî mezin tunebûna av û ceyranê ye. Em dixwazin di cî de av û ceyran were. Êdî em naxwazin zilmê bibînin."

"Nevîyên min û qîza min ji zilma PKKê revîyan"

Ahmed, destnîşan kir ku êdî em dixwazin li ser axa xwe di nava hizûr û aramîyê de bijîn û wiha got: "Hemd ji Xweda re niha rewşa me baş e. Lê belê ji ber ku av tineye em zehmetîyan dikşînin. Sotemenî û ceyran jî tineye. Xweda me teva mihafeze bike. Êdî em herbê naxwazin, em hizûr û aramîyê dixwazin. Êdî tu helê me yê em herbê bikin tineye. Êdî ji bo bajarên me avahîyên me û kargehên me xira nebin em herbê naxwazin. Ji bo zarok û pîrekên me nemrin em li ser axên xwe herbê naxwazin. Hemd ji Xweda re em ji PKKe û zilma wê xilas bûn. Qîzeke min û 4 nevîyê min henin. Wê ev tev bivrana eskerîyê. Keça min bi zarokê xwe re revîya Tirkîyeyê. Keça min û nevîyên min ji zilma PKKê revîyan. Ev 6 sale keça min li Stenbolê ye min zaf bêrîya wan kirîye. Lê belê ez nikarim wan bibînim. Niha têlefon tineye. Xetê têlefonê jî naşixule. Berya niha em diaxivîn. Gavek berî gavekê ji me re benzîn, av, ceyran û nan were dê baş bibe. Niha di vî warî de pirsgirêkên mezin henin."

"Ne tenê li Efrînê em li tu derên Sûrî herbê naxwazin"

Alî Osman, jî îfade kir ku pêdivîya gelê Efrînê bi ewlehî û aramîyê heye û wiha got: "Ev avahîya qaşo avahîya PKKê ya edlîyeyê bû. Li vîr însan dihatin darizandin. PKKê digot, 'em dewlet in'. En hêsîr girtibûn. Ji ber ku em gelbûn me nikarîbû dengê xwe derxista û em tev hêsîr gitîbûn. Ji ber ku hêz û quweta me tinebû em teslîm girtibûn. Ji me xerac digirtin. Dema me nedan jî ciza didan me. Li me zilm dikirin, em ji wek gel ditirsîyan. Em bê ceyran, bê av û bê nan man in. Ev 2 mehe me serê xwe neşuştîye em di nava toz û tebarê de manin. Dest dan ser traktora min û eşyayên min yên din. Herb ji bo mirovahîyê şer e. Ne tenê li Efrînê em li tu derên Sûrî herbê naxwazin. Hê jî em nikarin vegerin gundên xwe. Dema li vir pevçûn derket em jî ji mecbûrî ji gundê xwe revîyan."

"Keçikê 14 salî dibirin eskerîyê me ev ne heram e?"

Esma Elî Hasan jî behsa zilma PKKê kir û wiha got: "Ji ber PKKê em gelekî hetin mexdûrkirin. Niha birayên min nexweş di nav nivîna de ye. 5 sal berê di binê avahîyekê de ma. Rewşa me qet nebaşe. Ji ber zilma PKKê em ji Cindirês reviyan û em hatin vir. Ev 2 mehe em li virin. Ava me tineye. Niha rewşa me ber bi başîyê diçe. Dema PKKe li vir bû ne ava me ni jî nanê me hebû. Alîkarîyên dihat in Efrînê vedişartin û nedidan me. Ji keçên me dixwazin ku bibin eskerîyê. Em jin in ma em dikarin biçin eskerîyê. Qîzên 14 salî dibirin eskerîyê, ma ev ne heram e? Hatin mala xuşka min 3 qîzê wê hebûn, xwestin ku teva bibin eskerîyê. Ji ber vê yekê mecbûr ma û qîzê xwe zewicand. Ma xwestina qîzan ji bo eskerîyê ne heram e? Kesên qîzên xwe dan teva ji tirsa re didan. Êdî em aramîyê dixwazin. Em dixwazin ev herba êdî biqede."

Fatma xanim îfade kir ku  PKKê zirarek mezin daye Efrînê û wiha got: "Bi sala ye ji ber PKKê rewşa me qet ne baş bû. PKKê lawê min ê mezin xistin hefsê. Lawê min yê biçûk jî birin eskerîyê. Lawekî min yê 14 salî hebû. Ev saleke min ew qet nedîtîye. Mehek berê agahî ji min re hat ku lawê min birîndar bû ye û di nexweşxaneyê de tê dedawî kirin. Li ser vê yekê ez çûn nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê PKKyîyan ji min re got tu çawa dizane lawê te li vir e. Gotin, ma qey ajanê we heye?. Min jî ji wan re got em ne ajan in, ji ber ku em li Efrînê in me bi xwe dîtîye. Êdî em dixwazin bighêjin zarokên xwe. Êdî em dixwazin bi zarokên xwe re di nava aramîyê de bijîn. Av û ceyrana me tineye. Heger hin kes alîkarîya me bike em debara xwe dikin. Ji ber ku av tineye rewşa me qet ne baş e. Ji ber ku bombe di malên me de bi cîh kirin e em nikarin vegerin malên xwe. 2 roj berê ji mala cîranê me bombe derxistin."

Ravenda Husna jî îfade kir ku PKKê li wan zilmdikir û wiha got: "Zarokên me bi zorê dibirin eskerîyê. Piştî PKKe ji vir çûn gel hêdî hêdî vegerîyan ser jiyana xwe ya berê. Niha jî ceyran û av tineye. Em hêvî dikin ku wê baştir bibe. Em veya ji Xweda dixwazin." (ÎLKHA)

































Bu haberler de ilginizi çekebilir