• DOLAR 32.324
  • EURO 35.141
  • ALTIN 2295.944
  • ...
Li 37 gund û gundikên Diyarbekirê derketina derve hat qedexekirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Derbarê mijarê de ji teref Walîtîya Diyarbekirê daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat ragihandin ji ber operasyonên ku dê li dijî PKKê bên lidarxistin li 37 gund û gundikên Licê û Hênê derketina derve heta daxuyanîyeke din hatiye qedexekirin.

Di daxuyanîya ku ji teref Walîtîya Diyarbekirê ve hatiye belavkirin de navê gund û gundikên ku girêdayê Licê û Hênê ne û li wan derketina derve hatiye qedexekirin wisa hatin birêzkirin: Gund û gundikên bi navê Kaledibi, Akçayurt, Topçular, Yukarı Turalı, Kalaba, Uzunlar, Serenköy köyleri ile Başaklı, Güzelce, Taşburun, Karapilyari, Mezartarlası, Sıraevler, Horsel, Çay, Damlatepe, Uysal, Aşağı Turalı, Gürbulaka ku girêdayê Hênê û gund û gundikên bi navê Şenlik, Birlik, Abalı, Erginköy, Tuzlaköy, Çeper, Daralan ve Duruköy köyleri ile Elmadere, Ağılçık, Akçapınar, Ayaz, Şakan, Boyluca, Dahlık, Alikahya, Hacımusabey û Kutlamışa ku girêdayê Licê ne.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir