• DOLAR 32.513
  • EURO 34.951
  • ALTIN 2438.846
  • ...
 "Em ji perwerdekirina neslên ku di oxira Xweda de canê xwe feda bikin mesûl in"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Mewlewîhaneya Baharîye ya Navenda Giştî ya Harekata Medenîyet û Însan bernameyeke bi navê "Ji Îrfanan Anadoluyê Ber Bi Erdnigarîya Ummetê Ve" hat lidarxistin.

Di bernameya ku bi tîlaweta Qur'anê dest pê kir de  Sena Bîltacîya ku dêya Esma Bîltacî derbarê girîngîya pîrekan a di Îslamê de axavtinek kir.

 "Em ji perwerdekirina neslên ku di oxira Xweda de canê xwe feda bikin mesûl in"

Bîltacî di destpêka axavtina xwe de diyar kir pîrek nîvê civakê ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " "Em ji perwerdekirina neslên ku di oxira Xweda de canê xwe feda bikin mesûl in. Tu kes newêre wan civakên ku yekîtîya xwe diparêzin ji hev bikin. Ji ber vê yekê divê em di têgihiştina ummetê de bibin yek û destûrê nedin ku Quds bibe paytezta îsraîl. Divê em di çarçoveya perwerdehî, zanist û çalakîyan de tevbigerin û bibin şexsîyetên pêşeng ên Îslamê."

Seroka Yekîneya Xanimên Harekata Medenîyet û Însan Meryem Terzî jî di bernamê de  axavtinek kir. Terzî di axavtina xwe de diyar kir ew tiştê ku şeva 15ê Tîrmehê hatiye kirin di heqîqetê de ne darbeyek bû; berewajî harekata îşxalê bû. Her wisa  Zulal Bakkaşa Arîkara Seroka Koordînatorîya Anadolu ya Harekata Medenîyet û Însan  jî di bernamê de diyar kir ew dizanin ku ev dinya ji îmtîhanê îbaret e, dibê heta ku Îslam li ser rûyê erdê hakim bibe em bixebitin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir