• DOLAR 32.573
  • EURO 35.029
  • ALTIN 2419.216
  • ...
Di qamyona kayê de esrar hat bidestxistin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Rihayê qamyonek ji teref ekîbên ewlehîyê ve hat sekinandin û tê de lêgerîn hat kirin. Di encama lêgerîê de 226 kîlo tiryak hat bidestxistin û kesekî bi bûerê re têkildar jî hat girtin.

Derbarê mijarê de ji teref Midûrîya Eewlehîyê ya Rihayê ve daxuyanîyek hat kirin, di daxuyanîyê de cîh hat dayîn van agahîyan: "Li bajarê me di çarçoveya micadela li dijî tîcareta narkotîkê de ekîbên Midûrîya Şaxa Komê di kamyoneke ji Diyarbekirê ber bi Nizîbe ve diçû de lêgerîn kirin. Di encama lêgerînê de 226 kîlo esrar a di di binê kayê de hatibû veşartin hat bidestxistin."   

Di daxuyanîyê de hat îfade kirin ku ajovanê kamyona ka barkirî hat derxistin edlîyeyê û ji teref mehkemeyê ve hat girtin. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir