• DOLAR 32.588
  • EURO 34.908
  • ALTIN 2440.536
  • ...
"Em hişyar dikin ku amadehîyên darbeyeke nû tên kirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Saîd Şahîn li Agiriyê beşdarî kongra partîya xwe bû û li vir daxuyanîyên girîng dan û îfade kir ku bi îttîfaqa Ak Partî û MHPê re Kemalîst û netewperestan dixin kademeyên dewletê û bi vê yekê amadehîyên darbeyek nû tên kirin.

"Heger edalet bê tesîskirin însanîyetê hizûrê bibîne"

Şahîn, îfade kir ku Xweda emrê me bi edaletê kiriye û ji ber vê yekê me jî wek HUDA PARê însan û edalet xistiyê navenda her tiştî û wiha got: "Lewra Xweda însan bi qîmet afirandîye. Xweda însan xistîye navenda jiyan û afirandinê. Xatir û qîmet daye însan. Xwedayê Mezin wiha dibêje, 'Me însan pir bi şeref afirandîye û me xatir daye wî' û bi vî awayî însan dixe navenda her tiştî. Ji ber ku Xqeayê Mezin însan xistîye navendê, lazim e em jî însan têxe navenda her tiştî. Heger însan bijî dê dewlet bijî û heger însan bijî, dinyayê bijî û edaletê bê sazkirin. Me edalet xist esasê micadela xwe. Lewra Xwedayê Mezin dibêje 'Adalet'. 'Bê guman Xweda edaletê emir dike' û wezîfeyeke wek edaletê da pêxemberê xwe û wezîfeya wan ya ewil kir edalet û edalet xist navenda kîtab ê. Edalet xist navenda tewhîd ê. Heger edalet were sazkirin, însanîyetê aramîyê bibîne, biratîyê çêbibe, bawerîyê çêbibe û wê çaxê pêşerojê li ser esasê saxlem bê çêkirin. Feqet, heger ji edaletê were dûrxistin, biratîyê xira bibe, yekîtîye belav bibe; di şûna bawerî û hizûrê de qaos û rageşîyê derkeve. Mixabin bi vî awayî pêşerojê jî têkeve bin talûkê. Li vî memleketî ji ber ku bi salan di îdareyê de edalet hat terk kirin biratî xirabû. Yekîtîya me ji hev ket, bawerî ji holê rabû, hizûr û pêşeroja me ket bin talûkê. Em mecbûrin vegerin ser edaletê. Lewra di warê edaletê de pirsgirêk û gazinên me henin divê em wan pirsgirêkên xwe çareser bikin û vegerin ser edaletê.

"Çivîkên 28ê Sibatê henin"

Şahîn, bal kişand ser mexdûrîyetên daraza 28ê Sibatê û wiha got: "Her çiqas hin kes bibêjin "28ê Sibatê qedîya" jî mixabin li Tirkîyeyê 28ê Sibatê neqedîya. Ne ji warê sebeb û ancamê de qedîya û ne jî ni warê mexdûrîyetan de 28ê Sibatê neqedya. Bi beşdarbûna birêz Serokomar galaya filîmê "Çivîkên Xurbetê" (Gurbet Kuşları) hat kirin û di wî filîmî de behsa mexdûrên 28ê Sibatê yên ku ji ber nixumandinê hatibûn mexdûrkirin û çûbûn xurbetê dihat kirin. Belê bi vî awayî ev tiştana neyê jibirkirin ev tiştekî girîng e. Lê belê ew darbeya ne tenê bûbû sedema ji ber nixumandinê mecbûrî xurbetê mabûn. Mexdûrîyetên 28ê Sibatê ne tenê ji çivîkên xurbatê îbarete.'Çivîkên zîndanê' yê 28ê Sibatê jî henin. Bi gotina Serokomar birayên me yên ku ev 20 salê wan e di zîndanan de dirizin henin. Em behsa 600 Mislimanên mexdûr yên ku di zîndanan de dikin. Em behsa hejmareke hindik nakin. Bi dê û bavê wan, bi zarok û malbatên wan dibe ku ev hejmar dighêje sed hezaran. Ev mexdûrana tev li hêvîya edaletêne. Çivîkên zîndanê lihêvîya azadîyê ye. Dixwazin bên azadkirin. Heta ew tev neyên berdan û azad nebin texrîbata 28ê Sibatê bi dawî nabe. Di ve ku di wê heyamê de hin kes çûbin xurbet ê û li wir xwendibin, dive ku hin kes ji ber van mexdûrîyetan bûbin parlamenter, dive ku hin kes bûbin wezîr û hin kes jî bûbin îxtîdar lê belê heyama 28ê Sibatê bi dawî nebûye. Ji bo pêvajoya 28ê Sibatê bi dawî bibe lazim e adalet bê tesîskirin."

"Barê bacê didin ser milên welatîyên feqîr"

Şahîn, di berdewama axaftina xwe de îfade kir ku di civakê de aborî her ku diçe bêdengetî zêde dibe, zengîn xwe nêzîkî îxtîdarê dikin zengîntir dibin û bi baca kesên feqîr dixwazin dewletê li ser niga bihêlin û wiha got: "Dive ku firsendên ketibe destê Tirkîye yê sed salên din jî nekeve destê wê. Bajar û navçe ji nû ve tên avakirin. Ev pêşketinên xweşin, lê belê ev tiştana jî ji hin tiştan re tê qurbankirin. Ev ji bajardarîya ne rast û bê plan re tê qurbankirin. Ev yek jî ji xwe Serokomar bi xwe got 'Me bi Stenbolê re îxanet kir'. Lê belê hê jî îxaneta bi Stenbolê re dewam dikin. Nikarîbûn avahîyên li Kazliçeşmeyê traş bikin. Di warê aborîyê de pirsgirêkên me henin. Bihatîya jiyanê her ku diçe zêdetir dibe. Hûn dev ji dan û stendinên nevendên kirînê berdin welatîyên feqîr nikarin herin bazarê û pêşêtên xwe dagirin. Welatîyên feqîr encex dikarin ji mehê carekê biçin ber deryê qesaban. Mixabin her ku diçe jiyan biha dibe. Barê dahatê li ser pişta welatîyên feqîr dikin."

"Dewletê çavê xwe xistîyê birîka welatîyên feqîr"

Şahîn, behsa baca ji welatîyên mizeya kêmtirîn tê stendin jî kir û îfade kir ku di gel biryara dê bace ji welatîyên bi mizeya kêmtirîn dixebitin neyê girtin jî hat stendin hê ji ev yek nekirine sepanê û wiha got: "Bacê ji mizeya kêmtirîn ya ku wek sînorê birçîbûnê tê zanîn distînin. Dewletê çavê xwe bera bêrîka welatîyên feqîr daye. Li hêlekê difikire ku bê wê çawa tiştê daye welatîyan, çawa dîsa ji wan bistîne û li hêla din jî dibêjin emê leystokên siûdê cazîbtir bikin. Dewleta ku hewceye kesên rizqê zarok û malbata xwe didin qumara pişbirka hespa, dibêje emê 'Leystokên siûdê cazîbtir bikin' û bi van hawan çav bera bêrîka welatên feqîr dide."

"Hikumet xetayê xwe dûbare dike"

Şahîn, îttîfada AK Partî û MHPê jî nirixan û îfade kir ku bi vê îttîfaqê ji bo darbeyeke nû zemîn tê amadekirin û wiha got: "AK Partî û MHPê îttîfaq saz kirin. Îttîfaqa wan ji bo wan bi xêr be. Di sîyasetê de îttîfaq siruştîye. Divê fatore û malîyeta van îttîfaqan ji milet re neyê malkirin. AK Partîyê bi FETO re îttîfaq kir ne wisa? Li ser navê paqijkirina dewleta kûr, li ser navê micadela li dijî Ergenekonê û li ser navê qedandinê artêşê, bi grûba Gulen re îttîfaq kir. Me ew ji wek fehmdar dîtin. Lê belê çavgirtî teslîmkirina dewletê me qebûl nekir. Me veya berya li vî memleketî darbeyê bikin dema li sazirên sivîl yên civakî darbe kirin, dema li wan fêlbazî kir, kompas li wan çêkir mê wêçaxê jî ev yek qebûl nekirin. Me wê çaxê jî got 'Li vî memleketî darbe tê' hin kesan guhê xwe ker kirin, çavê xwe girtin, di encama van teva de FETO li vî memleketî darbe kir. Niha heman xetayî dûbare dikin. Bi MHPê re îttîfaq sazkirin, di bingehê de hêdî hêdî netewperest û Kemalîstan bi cîh dikin û ew jî çi tê hesabên wan dikin. Birayên bi qîmet, talûkeyek nû serî radike. Ji ber vê yekê em birêz Erdogan hişyar dikin, Hikumetê hişyar dikin. Dîsa ji nû ve dewleta kûr bi cîh dibe. Ji bo darbeyek nû bingeh tê amadekirin. Lewra dewleta kûr ya berê nigekê wê di destê netewperstên Kemalîst de bû û nigekî wê jî di destê miletperestên Kemalîst de bû. Wan kesan darbeya 60, îhtîlala 71ê, darbeya 80ê û derbeya di 97an de ya 28ê Sibatê çêkirin. Van kesan di warê darbeyan de bi tecrûbene. Li hêlekê netewperstên Kemalîst dixin şûna qedroyên ji FETO vala bûye û li hêladin jî milletperestên Kemalîst bi îttîfaka AK Partî û MHPê dewletê dixin destê xwe. Bineren ev talûkeye, ev tê wateye bi hêzbûna dewleta kevn. Sepanên wê li sahayê xuya dike. Dengê nigê darbeyeke nû tê. Hûnê nikaribin bi vê darbeyê welat xilas bikin an jî darbeyê têk bibin. Lewra van kesan bi tecrûbene. Di gel van teva hûn gel jî ne rehet dikin. Ji ber ku gel ji FETO gilîkarbûn xwe berdan kolanan. Lê belê hûn gel ji xwe aciz dikin. Ji ber vê yekê em ji vir bang dikin hûn xeletîyên mezin dikin."

Piştî axaftina Şahîn derbasî kongreyê hat kirin. Di kongreyê de Serokbajarê kevn Şaban Gokhan bawarî nû kir û ji nû ve bû serokbajarê Agirî. (ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir