• DOLAR 32.528
  • EURO 34.869
  • ALTIN 2488.273
  • ...
Li Mêrdînê operasyona PKKê: 24 binçavî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li Mêrdînê li dijî PKKê operasyon hat lidarxistin. Di operasyona PKKê ya ku li Mêrdînê hat tertîpkirin de tev de 24 kesên şikdar hatin binçavkirin.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin di bergeha lêpirsîna PKKê ya ku ji teref  Serdozgerîya Komare ya Mêrdînê ve tê birêvebirin de derbarê 32 kesan qerara binçavîyê hat dayîn û bo ev kes bên girtin li navenda Mêrdînê û li navçeyên Mêrdînê operasyon hat lidarxistin.

Di encama operasyonana de ji 32 kesan tev de 24 kesên şikdar hatin binçavkirin û bo 8 kesên din bên binçavkirin xebat berdewam in.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir