Li Xutaya Rojhilat tahlîye berdewam dikin
Li Sûrîyê di bergeha peymana ku hat îmzakirin de li Xutaya Rojhilat a ku di bin kontrola muxalifan de ye tahlîye berdewam dikin.
Her ku diçe rejîma zalim a Baasê li Xutaya Rojhilat pêşdetir diçe û hejmara herêmên ku bi dest dixe zêdetir dike. Li Xutaya Rojhilat a ku di bin dorpêça rejîma Baas de tahlîye hêj berdewam dikin.
Herî dawî li bajarokên bi navê Arbîn û Zamalka bi hezaran kes hatin tahlîyekirin û çûn Îdlîb û Halebê. Di dawîya vê heftîyê de zêdetirî 6 hezar kesan ji Xutaya Rojhilat hatin tahlîyekirin. Li gor çapemenîya fermî ya Sûrîyê heta niha 107 hezar kesên siwîl Xutaya Rojhilat terk kirin.
i bergeha peymana ku Rûsya garantorîya wê dike de kesên siwîl û muxalif ên ku naxwazin di bin hukmê rejîma Sûrîyê de bijîn diçin Îdlîb û Heleba Rojava.
Li Xutaya Rojhilat ji alîyekî ve tahlîye berdewam in û ji alîyê din ve êrîş. Rejîma Baasê bo temamê Xutaya Rojhilat bixe bin hakimîyeta xwe êrîşên xwe bênavber didomîne. Li gor Çavdêrxaneya Mafên Mirovan a Sûrîyê ya ku navenda wê li Londrayê ye, rejîma Baas li Xutaya Rojhilat ji sedî 90 kontrolê xistiye bin destê xwe.(ÎLKHA)