• DOLAR 32.562
  • EURO 35.021
  • ALTIN 2434.504
  • ...
CENTOM: Amerîka dê ji Baregaha Încîrlîkê venekişe
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Derbarê îddîayên dê Amerîka ji Baregaha Încîrlîkê vekişe de ji teref Fermandarîya Hêzên Navendî ya Amerîka ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku ji teref Fermandarîya Hêzên Navendî ya Amerîka ve hat belavkirin de îddîa hatin derewandin û wiha hat gotin: " Amerîka ne ji Baregaha Asimanî ya Încîrlîkê ya li Tirkîyê û ne jî Baregaha Asimanî ya el-Ubeyd a li Qatarê venakişe. Nûçeyên derbarê vê mijarê de bêesil û xelet in."

Her wisa ji teref Fermandarîya Hêzên Asimanî ya Navendî ya Amerîka ve jî daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de jî hat destnîşakirin "Ew xeberên Amerîka dê ji Baregaha Asimanî ya Încîrlîkê ya li Tirkîyê û ji Baregaha Asimanî ya el-Ubeyd a li Qatarê veqete qet ne rast in."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir