"Darbeya 15ê Tîrmehê bo makeqanûna sekuler a Tirkîyê bê parastin hat kirin"
John Boltonê ku ji teref Serokê Amerîka Donald Trump ve wek Şewirmendê Ewlehîya Neteweyî hat tayînkirin şeva darbê diyar kir"Darbeya 15ê Tîrmehê bo makeqanûna sekuler a Tirkîyê bê parastin hat kirin."
Derket holê John Boltonê ku ji teref Serokê Amerîka Donald Trump ve wek Şewirmendê Ewlehîya Neteweyî hat tayînkirin derbarê teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê de diyar kiriye "Darbeya 15ê Tîrmehê bo makeqanûna sekuler a Tirkîyê bê parastin hat kirin."
Bolton her wisa di daxuyanîya ku şeva darbê dabû de Erdogan bi "Îslamkirina" Tirkîyê sûcdar kir.
Boltonê ku şeva darbê ji qanala FoxNews a ku li Amerîka weşanê dike re axivî diyar kir "Makeqanûna Tirkîyê arteş wezîfedar kiriye da ku laîkbûna dewletê biparêzin. Serokomar Erdogan jî bo wê laîkbûna dewletê hilweşîne çi tişt ji destên wî tên dike. Ger darbe bi ser ketibana ew ê hewldanên Erdogan bi dawî bûba. Lê heger Erdogan bi ser keve wê demê dê demajoya Îslambûnê dê bileztir bibe û berdewam bike."(ÎLKHA)