Li Rûsya hejmara kesên ku di şewatê de mirin derket 53an
Di şewata ku li bajêra Kemerovoya Rûsyayê di navendeke danûstandinê derket de hejmara kesên ku mirin derkete 53an.
Di daxuyanîya ku ji teref Komîteya Lêpirsînê ya Rûsyayê ve hatiye belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin hejmara kesên ku di şewatê de mirine derkete 53an.
Li gor agahîyên ku di çapemenîyê de hatine belavkirin li qeta herî jorê gelek kes mahsûr mane û 40 ji wan zarok tev de 70 kes jî winda bûne.(ÎLKHA)