"Bi sîlehên didin Siûdî Erebîstan û mutefîkên wê komkujîyên mezin tên kirin"
Rêxistina Navneteweyî ya Efê ji ber ku Xerb çek û sîlehan didin Siûdî ew jê bi wan çek û sîlehan li Yemenê sivîlan hedef digrin şermezar kir û îfade kir ku bi çekên tên firotin komkujiyên mezin tên kirin.
Rêxistina Navneteweyî ya Efê ji Emerîka, Îngîltere, Fransa, Îspanya û Îtalya xwest ku firotina sîlehan ya li Siûdî Erebîstanê bisekinînin û îfade kir ku Siûdî Erebîstan bi sîlehên ji Xerbê digre komkujîyên mezin dike.
Di berdewama daxuyanîyê de hat îfade kirin ku ji sala 2015an vir ve rêveberîya Siûdî bi balafiran êrîşî Yemenê dike û lihevkirinên nevneteweyî îxlal dike û sûcên herbê dike û wiha hat gotin: "Em dewletên Xwerbê yên ku çek û sîlehan didin Siûdî û mitefîkên wê şermezar dikin". (ÎLKHA)