Di encama qezayê de 2 pîrek jiyana xwe ji dest dan
Li Êlihê 2 pîrekên ku di nava wesayîta ku qeza kir de bûn jiyana xwe ji dest dan.
Li ser Rêbeja Êlih-Diyarbekirê wesayîteke ku tê de 2 pîrek hebûn teqla avêt, di encama qezaya ku pêk hat de 2 pîrek jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.
Qeza li ser Rêbeja Diyarbekir-Êlihê li nêzî Bismilê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin wesayîta bi plaqeya 34 GY 4744 a ku ji Diyarbekirê ber bi Êlihê ve diçû ji ber ku ajokar hakimîyeta dîreksîyonê winda kir teqla avêt, di encama qezaya ku pêk hat de ji 4 kesên ku di wesayîtê de bûn 2 pîrekên bi navê Mulkîye Ozen(40) û Salîha Bîçer(65) jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.(ÎLKHA)