• DOLAR 32.55
  • EURO 34.905
  • ALTIN 2433.28
  • ...
Li Heskîfê polêsan mudaxeleyî çalakîya teleba heq kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Heskîfa navçeya Êlihê ya ku wek bajarê antîk tê zanîn Midûrîya DSÎ ya 16emîn ya Deverê di 22 Sibatê de teblîxnameyek ji bo ehlê Heskîfê malên xwe û çarşiyê vala bikin şandibû. Xweyê malan ew teblîxname qebûl nekirin û çalakî li dar xist. Xelkê Heskîfê xwestinku heta ber avahîya qayimqayîmê bimeşin lê belê li ser pira Heskîfê welatî ji teref polêsan ve hatin sekinandin û polêsan xwestin ku welatî meşa xwe bidawî bikin.

Li ser navê welatîyan muxtarê taxa Mûrat Batihan, îfade kir ku heta Heskîfa nû neyê çêkirin ew malên xwe valanakin.

Batihan, îfade kir ku em dixwazin bimeşin heta qayimqayimê û li wir dengê xwe bighînin karbidestan. Piştî vê yekê polêsan bi TOMAyê anons kir û xwest ku welatî belav bibe.

Piştî welatîyan di warê meşê de israr kir di nav wan de zarok û pîrek jî hebû polêsan bi xaza îsotan û ava bi hicet midaxeleyî welatîyan kir. Piştî midaxeleyê zarok û pîrekên di nav welatîyan de bûn ji xaza îsotan û avê zirar dîtin.

Qayimqamê Heskîfê Farûk Bulent Bayguven, hat ciyê bûyerê û bi welatîyan re hevdîtin kir û îfade kir ku ji bo çareserîyê çi ji destê wî were wê bike. Midûrê DSÎ yê 16emîn Alî Nacî Koseli jî hat ciyê bûyerê lê belê ji teref welatîyan ve hat yûhkirin û welatîyan kursî avêtin wî. Li ser vê yekê Koselî ji devera bûyerê vegerîya.

Piştî muxtarê taxa Kalê Mûrat Batihan, û muxtarê taxa Bahçelîevlerê Hasan Yilmaz bi qayimqayim re hevdîtin kirin daxuyanîya çapemenîyê li dar xistin.

Li ser navê welatîyan Muxtatê Taxa Kalê Mûrat Batihan daxuyanîya çapemenîyê xwend û îfade kir ku di 22ê Sibatê de ji wan re teblîxat hatîyê şandin, lê belê ew naxwazin avahîyên xwe û kargehên xwe vala bikin.

Batihan, îfade kir ku hata Heskîfa nû neyê înşa kirin tu derê em pê de herin tineye û wiha got: "Di teblîxnameya ji mere hatîye şandin de dibêje heger mal û avahî neyên valakirin wê bi zorê wan ji mal û avahîyên wan derbixin. Sepaneke wisa di tu qanûnan de tineye. Heta Heskîfa nû neyê çêkirin valakirina mal û çarşîyê wê bibe sedemê felaketeke aborî. Em wek xelkê Heskîfê îfade dikin ku heger li daxwazên me dîqet neyên girtin wê çalakîyên me dewam bikin û emê gavan paşve navêjin."

Batihan, di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku heger daxwazên me bên qebûlkirin çi ji destê me bê emê bikin lê belê heger daxwazên me neyên qebûlkirin emê li mafên xwe bigerin.

Muxtar Batiha daxwazên xwe wisa rêz kir: "Di warê mafdarîyê de çi kargeh û çi jî avahî, divê di cî de daxwazên gel bên bi cîh kirin. Ev bisalaye li ser navê Bendava Ilisû peyman dan me û gotin emê ji were sahayên kar vekin lê belê heta îro tu tiştek nehat kirin. Em dixwazin li Heskîfê di saziyên kamoyê de wezîfê bidin me. Ji ber ku li nêzîkî deverên nû xebat tênkirin dînamîtan diteaînin û ev yek jî li ser zarokan xisarê dihêle. Em dixwazin dî vî warî de baldartin bin. Hegrer xebat wisa dewam bikin emê vê yekê qebûl nekin. Heta roja îro digel me telebên xwe gîhandin meqamên fermî jî me tu encam bi dest nexistin. Di encama van teva de em wek xeldê Heskîfê heta daxwazên me neyên qebûlkirin û xweyê heq neghêjin heqê xwe dê çalakîyên me bê dem dewam bikin."

 

Li hêladin welatîyekî xwest ku xwe ji pirê bavêje lê belê ew welatî ji teref ajovanekî ve hat îknakirin. Piştî nîv saete rê ji trafîkê re hat girtin paşê rê bi awakî ewleh hat vekirin.

Li devera bûyerê sekna rageş dewam dikin. (ÎLKHA)



























































Bu haberler de ilginizi çekebilir