• DOLAR 32.351
  • EURO 35.129
  • ALTIN 2308.823
  • ...
 "Îşev bo me ihsaneke Xweda ye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Komeleya Dost-Derê Fesîh Memîş di nirxandina ku ji ÎLKHAyê kir de diyar kir 3 mehên mibarek dest pê kirine û hedîsa Hz. Muhammed "Ya Rebbî! Recep û Şaban bo me mibarek bike û me bigihijîne  Remezanê" di bîran xist û dû re got "Divê îşev ji wan şevên din zêdetir îbadet bên kirin."

 "Divê îşev ji wan şevên din zêdetir îbadet bên kirin"

Memîş di berdewama axavtina xwe de diyar kir  mehên Recep, Şaban û Remezanê yên ku di  nav xelkê de bi navê "Sê Meh" tên zanîn mehên kêfxweşî, merhemet û mexfîretê ne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Ji ber vê yekê ye ku dema ev meh nêz dibin Pêxemberê me Hz. Muhammed dibêje 'Ya Rebbî! Recep û Şaban bo me mibarek bike û me bigihijîne  Remezanê.' Dîsa Resûlê Xwedê derbarê mijarê de di hedîseke xwe de dibêje 'Meha Recebê ya Xwedê, meha Şabanê meha min û meha Remezanê jî ya ummetê ye.' Di hedîsinan de tê diyarkirin îbadet û diayên ku dê di van şev û rojên mibarek de bên kirin dê bên qebûlkirin."

 "Îşev bo me ihsaneke Xweda ye"

Memîş di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew ê îşev Qandîla Regaîbê bê tertîpkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Şeva Îna ewil a meha Recepê Qandîla Regaîbê ye û 27ê wê jî şeva ku lê hewadîsa Îsra û Mîracê lê qewimîye ye.Îşev bo me ihsaneke Xweda ye. Di vê di şev û rojên mibarek de pir zêde dia û îbadet bên kirin; lewra tên qebûlkirin. Divê her Mislimanek vê şevê îhya bike. Divê em van şev û rojan wek firsetekê bibînin muhasebeya nefsê bikin. Divê em pir zêde dia û îbadetan bikin û Qur'ana Kerîm bixwînin. Divê em di van şev û rojan de li kesên jar û feqîr xwedî derkevin."(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir