• DOLAR 32.6
  • EURO 34.761
  • ALTIN 2496.77
  • ...
 "Cezakirina xelkê herêmê yê ku deynê wê tuneye nayê qebûlkirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Dîcle EDAŞ bi hinceta nedayîna deynê ceyranê ya hinek cotkaran ceyranan qut kir. Ji vê qutkirina ceyranê re hêj bertek tên nîşandan. Serokê Navçeya Qoserê yê HUDA PARê Abdullha Kavan diyar kir bi qutkirina ceyranê temamê xelkê herêmê tê cezakirin ku divê DEDAŞ bi mantiqa ticaretê hereket neke.

 "Bes ne li zevîyan, li wargehan jî ceyran qutkirî ne"

Kavan di axavtina xwe de diyar kir ji ber gazin û gilîyên ku gundîyan ji wan re kirine ew digel heyetekê hatine cihê bûyerê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Problema gundîyan ne bes bi zevîyan e, bi heman awayî gundî nikarin ava vexwarinê tedarik bikin, kesên ku wesayîta wan hebin bi wesayîta xwe û kesên ku wesayîtên wan tunebûn jî bi yên cîranên xwe diçin navenda Qoserê û ava vexwarinê tînin. Em rewşeke pir wehîm e. Berî em bên vê derê dihat gotin ku DEDAŞ besa ceyrana zevîyan qut kiriye, lê belê dema ku em hatin vê derê me dît ku digel ceyrana  zevîyan bi heman awayî yên wargehan jî hatiye qutkirin û ji ber vê yekê bîrên avê yên gund naxebitin. DEDAŞ gotibû ku bes ceyrana kesên ku deynê xwe nedane hatiye qutkirin, lê belê ev yek ne wisa ye; lewra  di hevdîtinên ku me kir de me dît ku bes ne ceyrana kesên deyndar bi heman awayî yên nedeyndar jî hatiye qutkirin û gundî hatine cezakirin."

Kavan di dawîya axavtina xwe de diyar kir ew di encama hevdîtina ku kirine de dîtine ku DEDAŞ bi mantiqa tîcaretê tevdigere û xelkê herêmê ceza dike û dû re wiha got: "Cezakirina xelkê herêmê yê ku deynê wê tuneye nayê qebûlkirin."

Gundîyên ku ceyrana wan ji teref DEDAŞê ve hatiye qutkirin jî derbarê mijarê de wiha axivîn:

Hecî Ahmet Yilmaz:  Ev bû 4 roj ku ceyran tuneye û em mexdûr in û em avê bi bîdonan ji Qoserê tînin.

Sureyya Yilmaz: Heywan bê av mane û ji ber ku av tuneye ew nikarin serê zarokên  xwe û her wiha firaxên xwe bişon.

Hesen Yilmaz: Bo bîrên avê nexebitin DEDAŞ ceyranê daxistiye fazekê û ji ber vê yekê bîrên avê naxebitin. Ji bilî HUDA PARê tu kes guh neda problemên me.(ÎLKHA)













































Bu haberler de ilginizi çekebilir