• DOLAR 32.372
  • EURO 34.964
  • ALTIN 2325.233
  • ...
"Em dixwazingirê ku bûye wek mekanê rajerîya tiryakê were nûkirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Welatîyên Taxa Yeşîltepeya Silopî îfade dikin ku girê Gîrîkamo yê dîrokî yê ku wek nîşana taxê tê zanîn bûye wek mekanê rajerîya tiryakê, dixwazin bê nûkirin û ji xizmeta gel re bê vekirin.

Ji ehlê taxê Îsmaîl Bîrge, îfade kir ku Girê Gîrîkamo girekî dîrokî û Silopîyê temsîl dike, ji ber vê yekê em bi vî halê gir zaf xemgîn û mehzûnin.

Birge, di berdewama axaftina xwe de îfade kir ku meriv dikarin li ser gir û derdora wî şûşê araqê û şopên rajerîya tiryakê bibînin û wiha got: "Derdora vî giri tev di nava çopê de ye û tê îdîakirin ku bi taybetî ciwan li vir tiştên ne li rê dikin. Em dixwazin kesên karbidest li vî girî xwedî derkevin. Berya niha em dihatin ser gir, em rûdiniştin me çayê vedixwarin û me Silopî temaşe dikirin. Em dixwazin dîsa weke berê heman tiştan bikin."   

Mehmet Salîh Tayşûn jî îfade kir ku ew dixwazin kesên rayedar eleqeya hewceye nîşanî vî girî bidin û wî ji nû ve tamîr bikin û wiha got: "Ev gira girekî dîrokîye. Ji xwe Silopî navê xwe yê berê ji vir digre. Berya niha em dihatin vir û me li vir çaya xwe vedixwarin. Ciyê malbatê hebe em dihatin û digerîyan. Dar şîn bû, kulîlk hebû. Zarok dihatin û li vir dilîstin. Bi rastî niha vir di diriûmeke xeter de ye. Bê guman şevê van derana dibe derên zaf talûke.

Ji ehlê taxê Kerem Tun jî wiha got: "Hin ciwan tên vir tiryak, esrar û heban veduxun. Me çend caran îmze komkirin û dan muxtar û şaredarîyê. Ne kes hatin û ne jî kes çûn. Ev du salê dawîyê ev dera di dirûmeke qet ne baş de ye. Tenê em ji karbidestan rica dikin ku bila vir bike wek berê û bighîne şînayîya wê ya berê." (ÎLKHA)



































Bu haberler de ilginizi çekebilir