• DOLAR 32.569
  • EURO 34.713
  • ALTIN 2412.677
  • ...
SGK ew ê mesrefê 5 dermanan bide
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin heqê mesrefên 5 dermanên nexweşîyên bi navê losemî, lenfoma, pençeşêra kezaba spî û sîngê dê ji teref Sazîya Ewlehîyê ya Civakî ve bên dayîn.

Teblîxa derbarê mijarê de îro di hejmara Rojnameya Fermî de hat weşandin. Li gor teblîxa ku ji teref Sepana Tenduristîyê ya Sazîya Ewlehîyê ya Civakî ve di Rojnameya Fermî de hat weşandin, ji teref Sazîya Ewlehîyê ya Civakî ve heqê mesrefên 5 dermanên bi navê Altuzan, Xgeva, Mozobil, Opdivo û Revlimid ên ku di tedawîkirina nexweşîyên bi navê losemî, lenfoma, pençeşêra kezaba spî û sîngê de tên bikaranîn dê bê dayîn.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir