Li zarokên qîz ên Mislimanên Arakanî bi zorê fuhuş tê dayînkirin
Derket holê ku bi zorê fuhuş li zarokên qîz ên Mislimanên Arakanî yên ku ji zilma çeteyên Budîst û dewleta Myanmarê revîyan û hatin kampên penaberan ên li Bangledeşê tê dayînkirin û bo vê yekê tên firotin biyanîyan.
Ji meha Tebaxê vir ve hejmara penaberên Arakanî yên ku ji ber zilm û wehşeta çeteyên Budîst û dewleta Myanmarê revîyane û berê xwe dane kampên penaberan ên li Bangledeşê 700 hezaran derbas kir. Derket holê çeteyên ku li nêzî kampan in berê qîzên Mislimanên Arakanî didin fuhuşê û wan difiroşin biyanîyan.
Li gor xebera BBCyê qîzên Misliman ên ku ji ber zilmê ji Myanmarê revîyane, li Bangledeşê marûzû îstîsmara zayendî dimînin. Şert û mercên giran ên di kampên penaberan de firsetê didin çeteyên li derdora kampan da ku bi qîzan fuhuş bê dayînkirin û gelek qîz bi hîle û xapandinan dikevin destên çeteyan.
Qîzên Misliman ên ku temena wan di navbera 13-17an de û hejmara wan a teqez nayê zanîn bi zordarî, tehdîda mirinê û îşkencê tên îstîsmarkirin. Tê diyarkirin hinek qîzên Misliman piştî demekê bi şiklekî ji holê tên rakirin.
Qîzên Misliman ên Arakanî bes nayên birin Bangledeşê; bi heman awayî tên birin Katmanduya paytexta Nepalê û Kolkataya Hindistanê. Li Kolkatayê fuhuş bûye endustrîyeke mezin. Qarta nasnameya Hînd ji van zarokan re tê dayîn û daxilî nava pergalê tên kirin.(ÎLKHA)