• DOLAR 32.382
  • EURO 35.041
  • ALTIN 2326.314
  • ...
Ji Cemîyeta Mustezafan peyama "Sê Mehan"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji ber minasebera destpêka "Sê Mehan" ji teref Navenda Giştî ya Cemîyeta Mustezafan ve peyamek hat weşandin. Di peyama ku hat weşandin de hat destnîşankirin ji ber minasebeta "Sê Mehan" divê mirov vê yekê wek firset bibîne û xwe ji guneh û neqencîyan mihafeze bike.

"Divê em van mehan bi îbadetê derbas bikin"

Di berdewama peyamê de hedîsê Pêxemberê me "Xwedayê me!Recep û Şaban derheqê me de bixêr bike û me bigihijîne Remezanê." di bîran hat xistin û dû re wiha hat gotin:"Xweda, hinek şev û rojan û mehan pîroz kiriye û wateyên taybet daye wan. Divê Misliman van şev, roj û mehan wek  hazirîya meha Remezanê bibînin. Divê  Şevên Regaîb, Mîraç, Beraat û Qedrê bi şikleke herî baş bên nirxandin. Hazretî Pêxember tewsîye kiriye ku rojên van rojan bi rojî û şevên wan jî bi îbadetê bê derbaskirin. Divê em di van sê mehan de taat û îbadetên xwe zêdetir bikin û berê xwe bidin wan amelên ku dê Xweda ji me razî bibe."

"Divê em van her sê mehan wek firsetekê bibînin""

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin divê em bo meha Remezanê amadehîyê bikin û dû re  wiha li peyamê hat zêdekirin: " Divê em van her sê mehan wek firsetekê bibînin û bi şikleke têr û tijî îbadetan bikin, divê pir zêde Qur'anê bê xwendin, rojî bê girtin û divê bo xelasîya Mislimanan gelek zêde dia bê kirin. Em hêvî dikin li ev meh bibin wesîleya aştîya nava di alema Îslamê de.Bila Qandîla Regaîbê bibe wesîleya xêran. Divê em ji wan  birayên me yên ku di bin zilmê de ne dia bikin da ku rizgar bibin."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir