• DOLAR 32.387
  • EURO 35.096
  • ALTIN 2326.253
  • ...
Facebook: Agahîyên bi mîlyonan însanan hate dizîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Derket holê ku di hilbijartinên sala 2016an yên serokatîyê yên Emerîka de agahîyên 50 mîlyon însan yê şexsî ji bo di hilbijartinan de ji Trûmp re li gor polîtîkayên wî yê hilbijartinê bê bikaranîn daye şîrketek daneyan.

Li gor nûçeyên di çapemenîya Emerîka de derketîye şîrketa dane û analîzan ya Cambridge Analytica yê agahîyên zêdetirî 50 mîlyon kesî yê Facebookê bikaranîye û di hilbijartina serokatîyê de ji bo Trump bikar anîye.

Piştî ev agahî derket holê medyaya civakî ya Facebookê wek hedef hat girtîn û gelek kesan bertek nîşan dan.

Ji senatoya Emerîka hin kesan xwest ku damezrînerê Facebook ê Mark Zuckerberg di vê mijarê de îfadeyê bide.

Ev agahiya xebatkarê fîrmaya Cambridge Analytica yê Christopher Wylie derxist holê.

Wylie, destnîşan kir ku di dema hilbijartinên Emerîka yên serokatîyê de Facebookê agahîyên 50 mîlyon kesî manîpule kirîye û li ser navên wan neyamên sîyasî weşandîye.

Facebook di dinyayê de wek medyaya civakî ya herî mezin tê zanîn û li giştîyê dinyayê ji 2,2 mîlyon kesî zêdetir kes medyaya civakî ya Facebookê bikar tînin. (ÎLKHA)

 

Bu haberler de ilginizi çekebilir