• DOLAR 32.544
  • EURO 34.916
  • ALTIN 2427.109
  • ...
Kongreya Asayî ya 2yemîn a Teşkîlata Bajarê Êlihê ya HUDA PARê hat tertîpkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

HUDA PARa ku di Kanûna 2012an de bi slogana "Sîyaseta Dirist, Edaleta Rast" derket ser sahneya sîyasetê Kongreya Asayî ya 2yemîn a Teşkîlata Bajarê Êlihê bi beşdarbûna Serokê Giştî Zekerîya Yapicioglû tertîb kir.

Kongreya li Salona Werzîşê ya Ataturkê hat tertîbkirin bi xwendina Qur'ana Pîroz dest pê kir û bi axaftina Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglû berdewam kir.  

"Ji bo em edaletê tesîs bikin em derketin rê"

Yapicigolû, destnîşan kir ku armanca me ya sereke însan û edalate û wiha got: "Berya em partîya xwe damezrîne û me bername û rêzinama partîya xwe amade dikir me got berya her tiştî însan, berya her tiştî edalet û em derketin rê û me got divê tu tiştek ji bo edaletê neyê fedakirin. Armanca ku em derketin vê rêya em terazîya edalate ya ku hatîye xirakirin em ji nû ve saz bikin û em neheqî û bê edaletîyê ji holê rakin. Ji bo kesên di meqamên îdareyê de ne û çavên xwe ji edaletê re digrin bi taybetî emê deng û gazîyê kesên neheqî lê hatine kirin bighînin derên hewce. Heger Xwedayê me lutif bike û rojekê em werin wan meqamana bi îzna Xweda emê bi edalet hikum bikin û bibin dengê heqîyê."

"Temamê însanan li edaletê digerin"

Yapicioglû, bal kişand ser girîngîya edaletê û wiha got: "Tiştên îro li welêt derdikeve holê û drûma îro însanîyet di navde derdixe holê ku bê di warê edaletê de em çiqas mafdarin. Ji xwe kesekî îro li hember vê yekê derdeve jî tineye. Lewra bawerîya kê çêbe an îdeolojîya wan çibe temamê însanan li edaletê digerin. Kesên ne li hêvîya edaletê tineye. Heta kesên li ser navê edaletê zilmê dikin jî di nava vana de ye. Di dema zilmkirinê bi xwe de jî gelek kes dema ku xwe ji wan îdeolojîyên ku zilmê hildiberînin re qurban dikin an jî hewil didin wan îdeolojîyan hakim bikin zen dikin ku edalet li wê derê ye. Tenê belkî kesên zalim gotina edaletê ji xwere dikin perde. Dibêjin 'Emê edaletê tesîs bikin' lê belê li însanan zilmê dikin. Ji xwe ji bawerîyek çelexwarî em jî hêvîya edaletê nakin. Li ser bawerîya xerbê helbet edalet nayê sazkirin."

"Me got hurîyeta rast di bawrîya Xweda de ye"

Yapicioglû, di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Me got azadî di evdîtîya ji evda ra tineye, azadî û edaleta rast û dirist di evdîtîya ji Xweda da ye. Bi îzna Xweda emê ji temamê însanan re vê yekê bibêjin. Gotina me ya 'Berya hertiştî Însan û berya hertiştî Edalet'e. Ka îro rewşa vî memleketî çîye? Berya niha 2-3 hefte berê temamê hêlên vî memleketî behsa heyama 28ê Sibatê kirin. Wekî hûn bi bîr tinin di 28ê Sibata 1997an de Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) kom bû û hin biryar stend û di encama wan biryaran de hikumetê di meha Hezîranê de îsrîfa kir. Hukemet hat guherandin. Lê belê belkî berya wê bi sala xebatek hebû û ev pêvajo dihat meşandin. Ji xwe digotin ev pêvajoya wê hezar salî dewam bike."

"Hê jî zilma biryarên endamên darazê yên bi brîfîngan dewam dike"

Yapicioglû, behsa zilmên di 28ê Sibatê de hatîye kirin û wiha got: "Gelek însan ji ber hîcaba xwe an ji ber cil û bergên xwe ji mekteban hatin avêtin û îşkence dîtîn. Kesên bi ticaretê eleqedar bûn wek sermaya paşveçûyî û sermaya kesk hatin navdar kirin. Hin esnaf û taciran jî îflas kirin. Hin însan ji ber deryê saziyên dewletê hatin qewirandin. Ji ber hîcaba xwe hin xuşkên me ji teref dextoran ve ji nexweşxaneyan hatin qewirandin. Belkî niha ji mafên perwerdehîyê nayên mehrûmkirin lê belê zilmên dewam dikin hêjî henin. Bi taybetî zilmên ji teref endamên darazê ve hatine kirin û biryarên bi brîfîngan hatine dayîn hê jî dewam dike. Di wê pêvajoyê de gelek kes ji ber bawerîya xwe, ji ber rîya xwe, ji ber ku dersa Quranê da û jiyaneke li gor Îslamê dijîn hatin cizakirin û hin ji wan hê jî di zîndanan de ne. Gelek ji wan kesan heta niha jî ji teref dewletê wek kesên şikdar tên qebûlkirin."

"Ew kesên ku ji teref 28ê Sibatê û daraza FETO ve ji wan re cezaya muebbet hatibû dayîn hêj di zindanan de ne"

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir di nav wan kesên ku hatine girtin de hinek kes hene ku cezaya herî giran ji wan re hatiye dayîn û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Bi sedan însanên ku cezaya muebbet ji wan re hatiye dayîn, hêj di girtîgehê de ne. Di meha Çileyê de xeberek di çapemenîyê de cî girt û di xeberê de wisa dihat gotin ' Hejmera wan Mislimanên Filistînî yên ku zêdetirî 20 salan di zindanên siyonîstan de tên girtin derkete 48an. Lê belê li Tirkîyê bes ji ber nasnameya xwe ya Îslamî hinek însanên ku endamên hinek camiayên Îslamî ne zêdetirî 20 salan di girtîgehan de tên girtin û hejmara van Mislimanên ku di girtîgehan de tên girtin ji hejmara wan Mislimanên Filistînî yên ku di zindanên siyonîstên dagirker de tên girtin zêdetir, bi gotineke din 10 qetî wê hejmarê ye. Ew kesên ku ji teref 28ê Sibatê û daraza FETO ve ji wan re cezaya muebbet hatibû dayîn hêj di zindanan de ne."

 "Gelo di nava burokrasî û darazê de wek berwedaneke wek pêvajoya 28ê Sibatê heye?"

Yapicioglu di dawîya axavtina xwe de gotinên Serokomar a derbarê însanên ku emrên xwe di girtîgehan de borandine di bîran xist û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: " Birêz Serokomarê ku li ser îdareya herî jor a welêt e derbarê mijarê de gotibû 'Kesên ku ev 10-15-20 sal in di girtîgehan de tên girtin û dirizin hene. Bi neheqî û bêsûc û bêsebeb tên girtin. Millet heq û edaletê teleb dike. Dozger û hakimên ku mensûbên FETO ne guh dan Pensîlvanya û zilm li van însanan kirin.' Digel vê gotinê ev hal berdewam e. Digel ku Serokomar Erdogan bi xwe jî vê yekê bilêvkiribe jî gelo di nava burokrasî û darazê de wek berwedaneke wek pêvajoya 28ê Sibatê heye? Yan nexwestinek heye? Ger nexwestin be, wê demê piştî teşebûsa darbeya FETO bersûcên Balyoz û Ergenekonê çawa di nava çend rojan de hatin berdan?"(ÎLKHA)

































Bu haberler de ilginizi çekebilir