Li Efrînê di avahîya ku lê teqemenî hatibû bicîkirin de teqîn: 11 mirî
Li Efrînê di avahîya ku ji teref PKK/YPGyîyan velê teqemenî hatibû bicîkirin de teqîn pêk hat, di encama teqînê de 11 kes jiyana xwe ji dest dan.
Hat ragihadnin doh li Efrînê di avahîya ku ji teref PKK/YPGyîyan ve lê teqemenî hatibû bicîkirin de teqîn pêk hat, di encama teqînê de 7 jê siwîl, 4 jê endamê Arteşa Azad a Sûrîyê tev de 11 kes jiyana xwe ji dest dan.
Teqîn doh di dema lêgerîna teqemenîyan a ku ji teref endamên Arteşa Azad a Sûrîyê ve dihat kirin de pêk hat. Ji ber teqînê gelek avahî û wesayît zirar dîtin.
Li cihê ku lê teqîn pêk hat çaleke di kurahîya 4 metroyan de pêk hat.(ÎLKHA)