• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Lihevnekirina erdan bû sedema pevçûnê: Kesek jiyana xwe ji dest da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Wêranşara Rihayê di navbera du malbatan de ji ber lihevnekirina erdan pevçûn derket. Di encama pevçûna çekdarî de kesek jiyana xwe ji dest da. Derbarê bûyerê de 8 kes hatin binçavkirin.

Bûyer doh derdora 13.00an de li gundê Goksuya Wêranşarê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin di navbera du malbatên ku naskirîyên hev bûn de ji ber lihevnekirina erdan pevçûn derket. Di encama pevçûna ku derket de kesekî bi navê Basrî Turk(43) bi gulleyê çekan jiyana xwe ji dest da.

8 kesên ku tê diyarkirin tevlî bûyerê bûne hatin binçavkirin. DI lêgerîna ku li gund hat kirin de gelek zêde çek hati bidestxistin.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir