"Em li dijî PKKê amade ne ku bi Tirkîyê re hevkarîyê bikin"
Serokê Meclîsa Iraqê Cuburî destnîşan kir ew peyama "Em li dijî PKKê bo hevkarîyê hazir in" şandine.
Hat ragihandin Selîm Cuburîyê Serokê Parlementoya Iraqê destnîşan kiriye "Baxdayê bo operasyona li dijî PKKê amade ye bi Tirkîyê re hevkarîyê bike."
Abdulmelîk Huseynîyê berdevkê Cuburî derbbarê mijarê de ji Rûdaw û Şefeq Newsê re axivî û destnîşan kir Serokê Meclîsa Iraqê ji Enqerê re acizîya xwe ya ji ber fealîyetên PKKê ragihandiye.
Cuburî di 15ê Adarê de bi daweta Serokê Meclîsê Îsmaîl Kahraman hat Enqerê û hevdîtinan kir. Ev peyama hevkarîyê ya ku hat ragihandin di wê hevdîtinê de hat dayîn.(ÎLKHA)