• DOLAR 32.382
  • EURO 34.996
  • ALTIN 2325.62
  • ...
Sê Mehên' ku mehên rehmet û mexfîretê ne dest pê dikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Sê mehên mibarek ên ku Pêxemberê Hz. Muhammed(s.x.l.) di derheqê wan de gotiye "Ya Rebbî!  Recep û Şabanê ji me re mibarek bike û me bigihijîne Remazê" di 22ê mehê Adarê di şeva ku şeva çarşemê bi şeva pênçşemê ve girê dide de dest pê dike.

Meha Recebê, Regaîb û Mîracê, Meha Şabanê Beratê, Meha Remezanê jî  Şeva Leyletul Qedrê di nav xwe de dihewînin ku ev  şev û mehên mibarik ji bo qezenckirina riza Xwedê û ji bo tobekirinê firsedeke mezin e û divê Misliman ji xêra van şev û mehan mehrûm nemînin.

Hedîsên ku di derheqê sê mehan de ji Pêxemberê me hatine neqilkirin

- Ya Rebbî!  Recep û Şabanê ji me re mibarek bike û me bigihijîne Remazê.

- Ji bo wan kesên ku di mehên haram de rojên pênçşem, în û şemiyê rojiyê bigrin re  xêra îbadetên bi qasî du salan tê nivîsîn.

-Di mehên haram de rojek rojî girtin û rojek xwarin pir bi fezîlet e.

-Di meha Recebê de pir zêde îstîxfar bikin;lewra  di her wextên meha Recebê de evdên ku Xweda wan ji cehnemê azad kiriye hene. Her wiha di cennetê de qesrên wisa hene ku encax kesên ku di meha Recebê de rojî digrin dikarin têkevin wê derê.

Dîrokên şev û rojên mibarek ên sê mehan

Îsal sê meh di 22ê mehê Adarê di şeva ku şeva çarşemê bi şeva pênçşemê ve girê dide de dest pê bikin. Dîrokên wan şev û mehên mibarek ên din jî wiha ye: Qendîla Regaîbê: 18ê Adarê  Roja Yekşemê, Qendîla Mîraçê: 13ê Nîsanê, Qendîla Beratê: 30 Nîsanê Nîsanê Roja Duşemê, Destpêka Meha Remezanê: 15ê Gulanê, Şeva Leyletul Qedrê: 10ê Hezîranê Roja Yekşemê, Arafe: 14ê Hezîranê, Îda Remezanê: 15, 16, 17ê Hezîranê.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir