• DOLAR 32.415
  • EURO 35.024
  • ALTIN 2325.214
  • ...
 "Ji sedî 68ê wan kesên ku li Helepçê wefat kirin zarok û pîrek bûn"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berî vê 30 salan dema ku dîrok 16ê Adara sala 1988an nîşan dida xwînxwar û zalimên hov bi balafiran xaza kimyewî bi ser Helepçê de barandin. Di komkujî û qetlîama ku wê rojê hat kirin de 5 hezar însanên mezlûm hatin qetilkirin û bi hezaran însan jî birîndar bûn. Yrd. Doç. Dr. Hêmin Omer Ahmedê Endamê Hîndekarîyê yê Beşa Edebîyat û Zimanê Kurdî ya Fakulteya Fen Edebîyata Zanîngeha Bingolê ye û ew bi xwe jî Helepçeyî ye di 30emîn salvegera komkujîyê qala qan tiştên ku wê rojê pêk hatin ji ÎLKHAyê re vegot.

Hêmin Ahmed Omer di destpêka hevpeyvîna ku me pê re kir de bo hevdîtinê spasîyên xwe anî ziman û dû re derbarê ehemîyet û girîngîya bajara Helepçe  ya di dîrokê de kir û destnîşan kir li Helepçê gelek alimên mezin ên mîna Mewlana Xalidê Baxdadî û gelek hareketên Îslamî derketine.

 "Berîya trajedîya Halepçê rejîma Baasê li hember Kurdan çekên kimyewî bi kar anî"

Ahmed di destpêka axavtina de diyar kir berî komkujîya Halepçe bi xwe jî rejîma Baas li hember Kurdan çekên kimyewî bi kar anîye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Weke ku hûn jî dizanin di salên 1960an de di navbera Kurdan û birêveberîya Iraqê de gelek problemên ciddî rû dan û Kurd ji ber zilmên ku li wan dihatin kirin li dijî rejîma Iraqê serî hildan û di 16ê Adarê de otonomî bi dest xistin. Lê heyf û mixabin ku ev yek çend salan berdewam kir. Dû re rejîma Baasê di serokatîya Saddam de hat îqtîdarê û xwest ku dawî li vê otonomîyê bîne. Kurd vê yekê qebûl nekirin û raperîn kirin. Di navbera terefan de pevçûnên dijwar qewimîn. Dû re di sala 1980î de herba Îran-Iraqê derket. Kurdên li Kurdistana Îranê û yên di navbera sînorên Îran û Iraqê de ji naçarî di nava vê herbê de man. Qismeke Kurdistana Iraqê di vî şerî de li dijî Iraqê serî rakirin."

 "Di wan êrîşên Enfalê de 180 hezar Kurdên siwîl ji teref rejîma Baas ve bi saxitî hatin binaxkirin"

Ahmad di berdewama axavtina xwe de qala wê zilma ku ji teref Saddamê hov ve li hember Kurdan hatine kirin kir û destnîşan kir rejîma Baasê di serokatîya Saddam de li hember Kurdan êrîşeke mezin a bi navê Enfalê da destpêkirin. Ahmad dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Ev êrîş berîya êrîşa li ser Halepçê bû û rejîma Baasê li çend cihan li hember Kurdan çekên  kimyewî bi kar anî. Wek mînak Saddam Huseyîn di sala 1987an de berîya jenosîda  Halepçê li ser gundên Şêxwesan û Balîsana girêdayê Şeqlawanê de bombeyên kimyewî barand. Gelek însanên siwîl di vê êrîşê de jiyana xwe ji dest dan û gelek însan jî îro hêj bi wan birînên wê rojê dijîn. Êrîşa Enfalê li gor bertek û helwesta raya giştî ya dinyayê qonax qonax pêşve diçû. Di netîceya êrîşa Enfalê de nêzî 180 hezar Kurd digel bêdengîya raya giştî ya dinyayê bi saxitî hatin binaxkirin."

 "Ji sedî 68ê wan kesên ku li Helepçê mirin zarok û pîrek bûn"

Ahmad di berdewama axavtina xwe de diyar kir di sala 1980an de Kurdan bi piştevanîya Îranê bajara Halepçe azad kirin û dû re wiha got: "Ev yek hêrsa Saddam rakir û wî ber bi naçarîyê ve dibir. Di talîyê de Saddam Huseyîn bi kîn û nefreta xwe di 16ê Adara sala 1987an de  derdora seat 11.00an de Halepçe  bi kîmyasalan bombebaran kir. Di encama vê êrîşa hovane de di naveyna çend deqîqeyan de zêdetirî 5 hezar kesên siwîl jiyana xwe ji dest dan. Ji sedî 68ê wan kesên ku li Helepçê mirin zarok û pîrek bûn. Zêdetirî 10 hezar kesan jî birîndar bûn. Nêzî 70 hezar kes mecbûr man ku ji Halepçê koç bikin û bibin mihacir. Dema ku Halepçe dibû kavil tu kes li Kurdan xwedî dernediket. Temamê dinyayê li hember bê jenosîd û qirkirinê bêdeng mabû û temaşa dikir."

 "Kesên ku ji qetlîama Halepçê xelas bûn berê xwe dan welatên derdorê"

Ahmadê ku di berdewama axavtina xwe de diyar kir qismeke kesên ku ji Halepçê hicret kirin berê xwe dan Tirkîyê û qismeke wan a mezin jî berê xwe dan Îranê û hicretî wê derê kirin. Ahmad dû re axavtina xwe ya derbarê mijarê de wisa domand: " Ji ber ku Îran welatê herî nêz bû, dema ku êrîşa kimyewî hat kirin exlebeyê xelkê koçî wê derê kir. Aqûbeta qismekî mezin ên ku hicretî Îranê kirin hêj nayê zanîn. Tu kes nizane çi bû.  Zarokekî birîndar ê ku li nexweşxaneyên Îranê tedawî didît winda bûye û hêj aqûbeta wî nayê zanîn. Di nava van 30 salên ku derbas bûne de carinan hinek kes derdikevin, lê lawik malbata xwe nabîne. Bo van zarokan testa DNAyê nehatiye kirin da ku neseba wan bê tespîtkirin. Exlebeyê van zarokan ji teref malbatên Îranî ve hatine mezinkirin û hêj nayê zanîn mensûbê kîjan malbatî ne. Exlebeyê qebrên wan niha li Îranê ne. Ji bilî Îranê hinek kesên ku ji êrîşa Halepçê xelas bûn berê xwe dan Ewrûpa, Tirkîye û welatên din. A rastî îsal jî Îran di warê hewandinê de erkek muhîm girt li ser milên xwe. Ji bilî van hinek kesên ku ji Halepçê hicret kirin li Hewlêr, Silêmanîyê û li bajarên din ên Kurdistanê bi cî bûn. Ew mihacirên ku li Iraqê bi cî bûn hetanî van salên dawî mecbûr man ku nasnameya xwe veşêrin. Lewra ditirsîyan ku bên deşîfrekirin û ji teref rejîma Baas ve bên kuştin û bi çolên Arabistanê ve bên ajotin. Hetanî ku efûya giştî derket rewş ev bû."

 "Ewrûpa bûye şirîkê jenosîd û qirkirina ku li Halepçê hatiye kirin"

Ahmad di berdewama axavtina xwe de diyar kir exlebeyê muhacirên Halepçe heta wê raperîna sala 1991an li Îranê îqamet dikirin û dû re wiha pê de çû: " Hetanî salên 1991an pêwendîyên bi hêz ên Ewrûpa bi Iraqê re hebûn. Ji ber vê sedemê Ewrûpa him ji wan qetlîamên ku dihatin kirin re dengê xwe dernedixist û him jî çekên komkujîyê didan Saddam û ev yek eşkere bû. Ji xwe wêrankirina Halepçê bi wan çekên kimyewî yên ku Almanya dabû Saddam çêbûbû. Ev heqîqet wek rojê aşîkar e û Ewrûpa bûye şirîkê jenosîd û qirkirina ku li Halepçê hatiye kirin. Di netîcê de dema ku navbera wan bi Saddam re xera bû diyar kirin ku ew xeletî kirine ku çekên kimyewî dane Saddam û vê yekê ew bix we îtîraf kirin. Ji ber vê sedemê em dikarin bibêjin Ewrûpa bi helwesta xwe ya holokosta Cihûyan û helwesta xwe ya li qetlîama Halepçe durûtîya xwe îspat kiriye. Lewra li gelek welatên Ewrûpayê dema ku jenosîda cihûyan nayê qebûlkirin cezaya hepsê û  pereyan tê dayîn, lê hey û mixabin heta roja ku Saddam ji holê rabû jî Ewrûpa derbarê Halepçê de bêdeng dimîne.  Heyf û mixabin ku rejîma Iraqê bi xwe jî vê qetlîamê nexistin rojeva xwe. Bes ew qetlîamên ku ji teref Saddam ve li hember Şîîyan hatine kirin ji teref rejîma Iraqê ve hatine xistin rojevê. Heta îro bes birêveberekî Iraqî yê ku tevlî qetlîama Halepçê bûye nehatiye cezakirin. Bes li Kurdistanê çend kes hatin girtin û ew jî ji ber sedemeke ku nayê zanîn hatin berdan û revîyan Ewrûpayê.

 "Tu mahkemeyeke navneteweyî bi Halepçe re eleqedar nebû"

Ahmad di berdewama axavtina xwe de diyar kir tu mahkemeyeke navneteweyî bi Halepçe re eleqedar nebû, tu dewlet û şîrketên Ewrûpayî yên ku çek firotin rejîma Iraqê nehatin cezakirin û dû re axavtina xwe ya derbarê komkujiya Halepçê de wisa domand: " Eskerê îdarevanên wan welatên Misliman ji ber wan pêwendîyên wan ên b Ewrûpayê re ji qetlîamê re bêdeng man. Heyf û mixabin ew alimên Misliman ên ku di alema Îslamê de xwedî îtîbar in bi xwe jî bi şikleke baş li ser vê meselê nesekînin û hêj jî ji bilî çend gotinan weke 'me hê nû bihîst' serê xwe bi meseleya qetlîama Halepçê naêşînin. Kesên ku ji qetlîama Halepçê xilas bûne bi trajedîya herî mezin re rûbirû mane. Malbat heye di qetlîamê de 10-15 kes ji maltaba wî/ê hatine qetilkirin. Hinek malbat jî bi temametî ji holê rabûne. JI hinek malbatan bes kesek maye ku em ji wan re dibêjin 'Teqaneyê Helepçe.'  Hinek endamên malbatan di rê de û hinek jî li nexweşxaneyan winda bûne. Em her tim ji şehadeta van kesên birîndar re şahidîyê dikin. Ango ev trajedî berdewam dike. Heta berî vê 10 salan jî bi sedan însan ji ber tesîra kimyasalê wefat dikirin. Em nebûn şahid ku bes nexweşxaneyek bi van birîndarên Halepçê re eleqedar bibe. Hikûmeta Kurdistanê bi xwe jî di nav de tu kes deng û feryada van mezlûman nebihîst. Divê bo wan zarokên ku ji vê qetlîamê xelas bûne û malbata xwe winda kirine testa DNAyê bê kirin da ku malbatên wan bên tespîtkirin; lê belê hêj tiştek di holê de tuneye. Gelek malbat hêj bi hêvîya dîtinê li zarokên xwe digerin. Gelek zarokên ku ji teref malbatine dîtir ve hatine xwedîkirin hene, lê belê ji van zarokan re destê alîkarîyê nayê dirêjkirin."

Omer Ahmad di dawîya axavtina xwe de diyar kir hêj birînên Halepçê nehatine girtin û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: "Bila Halepçe bo temamê zaliman bibe nîşaneya îbretê û bo mezlûman jî bibe emareya hêvîyê, lê belê însanetî di vî warî de bi ser neket ku ev yek jî tiştekî elemnak e. Hetanî ku qetlîam neyên qedexekirin, lêborîn neyê xwestin ew ê birînên Halepçê neyên girtin."(ÎLKHA)

 







Bu haberler de ilginizi çekebilir