"Hêzên taybet û Artêşa Azad a Sûrîyê ketin navenda Efrînê"
Hat ragihandin hêzên taybet ên girêdayê TSKyê û yekîneyên Arteşa Azad a Sûrîyê li navenda Efrînê dest bi operasyonê kirin.
Li gor agahîyan ku hatine wergirtin hêzên taybet ên girêdayê TSKyê û yekîneyên Arteşa Azad a Sûrîyê li navenda Efrînê dest bi operasyonê kirin. Tê diyarkirin yekîneyên Artêşa Azad a Sûrîyê ji rojhilatabaşûr a Efrînê ketin nava bajêr.
Di dema peşveçûna li bajêr de dengê çekan û teqîna teqemenîyan tê û her wisa balafirên şer ên aîdî Tirkîyê jî li asîmanên Efrînê difirin.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin ji 9 taxên Efrînê taxek ketiye destê Artêşa Azad a Sûrîyê.(ÎLKHA)