• DOLAR 32.512
  • EURO 34.954
  • ALTIN 2436.287
  • ...
TESEP ji êrîşa ku li pîreka bi çarşef hat kirin re bertek nîşan da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di wan rojên borî de li Stenbolê di metroyekê de kesekî sihêf li pîrekek bi çarşef kir û dû re jî êrîlî kir. Koodînatora Herêmê ya TESEPê Arzu Demîrê ku ji êrîşa ku li Stenbolê di metroyê de li pîreka bi çarşef hat kirin re bertek nîşan da û destnîşan kir ji kîjan kom û camiayê dibe bila bibe ew van heqaretên ku li pîrekan tên kirin qebûl nakin.

Demîr di bedewama daxuyanîya xwe de diyar kir ew temamê wan êrîşên ku li hember pîrekan tên kirin bi tundî şermezar dikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Bo Xerbê ev yek di rojevê de bû û dihat zanîn. Dema ku bi Xerbê ev mesele dihatin xeberdan li welatekî ku ji sedî 90ê wê Misliman e ev mijar tên xeberdan. Di wan rojên borî de heqaret li pîrekeke bi çarşef hatibûn û kirin û dû re jî êrîşî hatibû kirin.Her wisa ew kesê êrîşkar jê re sihêv kirine û tif kiriyê. Em wek TESEPê van êrîşên ku li pîrekan tên kirin bi tundî şermezar dikin."

 "Çima li hember wan êrîşên ku li pîrekek nixûmandî tên kirin bêeleqe tê mayîn?"

Demîra ku di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew van heqaretên ku li pîrekan qebûl nakin û bo pêşîzya van êrîşan bên girtin divê cezayên giran bên dayîn û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Li Xerbê di bin navê "Îslamafobî" de heqaret li Îslam û şîarên wê dihatin kirin û em li ser vê yekê xeber didan ku îro ev cûr bûyer li welatê me diqewimin ku ev yek xemnak e. Ji kîjan kom û camiayê dibe bila bibe, dixwaze nixûmandî û dixwazî nenixûmandî, em temamê wan êrîşên ku li pîrekan tên kirin qebûl nakin. Em ji vê derê bang li rayedaran dikin da ku wezîfeya xwe bi cî bînin. Dema ku heqaret li pîrekên paqtazî û bi şort tê kirin bi rojan ev yek di medyayê de tê xeberdan û ji wî kesê ku êrîş li dar xistiye re ceza tê dayîn, encax dema ku êrîş li pîrekeke nixûmandî ya ku emrê Xwedê bi cî tîne tê kirin tu kes dengê xwe dernaxe û jê re bêeleqe bimînin, sebeba vê çi ye, çima wisa tê bêdeng mayîn? Em dixwazin ku li ser vê yekê bê sekinîn û em dixwazin ku ji van êrîşan re cezayên giran bê dayîn."

 "Ew êrîşên ku tên kirin parçeyeke wê projeya bêîtîbarkirina tesetturê ye"

Demîr di dawîya axavtina xwe de diyar kir  ew temamê wan êrîşên ku li pîrekan tên kirin qebûl nakin  û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: "Ji kîjan camia û komê dibe bila bibe, em temamê wan êrîşên ku li pîrekan tên kirin qebûl nakin û di Îslamê de cihê vê yekê jî tuneye. Pîrek li ba Xweda bi qedr û qiymet in. Em wek TESEPê vê êrîşa qirêj a ku hatiye kirin cardin şermezar dikin. Em wek TESEPê êrîşa ku li pîrekan tê kirin qebûl nakin. Ew êrîşên ku tên kirin parçeyeke wê projeya bêîtîbarkirina tesetturê ye."(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir