• DOLAR 32.371
  • EURO 35.011
  • ALTIN 2325.545
  • ...
Ew ê bernameyên "Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Sunneta Wî" bên tertîpkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Sekreterîya Giştî ya Platforma Evîndarên Pêxember ve  derbarê bernameyên ku dê di meha Nîsanê de bê tertîpkirin de daxuyanîyek hat dayîn.

"Em li 30 navendan bernameyan tertîp bikin"

Cemît Cahîl Unsalê ku Sekreterê Giştî ya Platforma Evîndarên Pêxember e derbarê mijarê de hat destnîşankirin ew ê ji teref wan ve di bin navê "Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Sunneta Wî" de li 30 navendan bername bên tertîpkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Em ê wek Platforma Evîndarên Pêxember îsal jî di meha Nîsanê de  bernameyên xwe bidomînin û wê hewldana xwe ya yadkirin û vegotina Pêxemberê xwe bidomînin. Di vê çarçovê de wek platformê li 30 navendan bernameyan tertîp bikin. Em ê van bernameyên xwe di bin navê "Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Sunneta Wî" de tertîp bikin."

 "Ez bangewazîya xwedîderketina van bernameyan li xelkê  me dikim"

Unsal di dawîya axavtina xwe de diyar kir ew ê îsal jî seferberîya selewatan bidin destpêkirin û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: " Ew ê di bernameyan de bo Hz. Muhammed bê fêmkirin û bo sunneta Wî bê tetbîqkirin axavtin  bên kirin, helbest û mewlûd dê bên xwendin. Ji niha ve ser xêrê be. Ez bangewazîya xwedîderketina van bernameyan li xelkê  me dikim."(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir