• DOLAR 32.379
  • EURO 34.963
  • ALTIN 2325.667
  • ...
Yetîm-Dera Ewrûpa bo Arakanîyan projeyên muhîm da destpêkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mislimanên Arakanî yên ku ji ber zilm û wehşîtîya çeteyên Bûdîst û artêşa Myanmarê revîyane û li kampên Bangledeşê bi cî bûne hewl didin bi sed zehmetî jiyana xwe bidomînin. Yetîm-Dera Ewrûpa ya ku berî niha alîkarîyên cûrbecûr ji penaberên Arakanî re dikir xebatên xwe didomîne. Yetîm-Dera Ewrûpa  bo Mislimanên Arakanî yên ku li konbajarên li Bangledeşê dijîn projeyên bi navê kongund, mescîd, ronahîya bi enerjîya tavê, dezgeha dirûtînê û yên mîna van da destpêkirin.

Lijneya Yetîm-Dera Ewrûpa bi kêfxweşî hat pêşîwazîkirin

Yetîm-Dera Ewrûpa di bergeha xebatên alîkarîyê de ku  kampa bi navê Kutupalong a ku mezintirîn kampa penaberan e bi beşdabûna rayedarên ewlehî û şênîyên kampê vekirina kongund kir.

Mizgefta Cevzet Soysal hat vekirin

Li kongunda ku lê 85 malbatên arakanî hatine bicîkirin de bo pîrek û zilaman 2 mescîd hatin vekirin. Navê Cevzet Soysal ê ku di sala 1998an de ji teref FETO ve hatibû qetilkirin li mescîdekê hat dayîn. Mucahîd Soysalê lawê Cevdet Soysal bû beşdarî mescîda ku navê bavê wî lê hatiye kirin bû.

Li kongund li ba mescîdan 2 bîrên avê yên ku dê bi sedan kes jê fêde bibînin hatin vekirin.

Ronavêja ku enerjîya tavê dixebitin û mekîneyên dirûtinê hatin bexşandin

Li kampan ji ber ku ceyran tuneye ronavêja ku enerjîya tavê dixebitin hatin bexşandin û bo pîrek karibin debara xwe bikin dezgeha mekîneyên dirûtinê hat vekirin.

Di dema xebatên ku li kampan hatin kirin de hat dîtin ki divê di warê perwerdehîya zarokan, navendên tenduristiyê û sexlemkirina konan xebat bên kirin.(ÎLKHA)

 





















Bu haberler de ilginizi çekebilir