• DOLAR 32.573
  • EURO 34.99
  • ALTIN 2426.55
  • ...
 "Em ê him ji şermezarkirinê netirsin û him jî amûrê îstîsmarê nedin destên dijminên dîn"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan  beşdarî Merasîma Tevcîhê ya Xelatên Qencîyê ya Navneteweyî ya 4emîn bû û axavtinek kir. Erdogan di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir bila ev xelatên ku hatine dayîn bibin wesîleya xêrê û dû re ji Mehmet Gormezê ku serokê berê yê diyanetê bû û ji vê yekê re pêşîvantî dikir re teşekur kir.

"Em ê him ji şermezarkirinê netirsin û him jî amûrê îstîsmarê nedin destên dijminên dîn"

Erdogan di berdewama axavtina xwe de diyar kir îro gelek tişt hene ku bo Îslam û Misliman bên reşkirin tên bikaranîn ku divê di serî de miftî û xoce di bî varî hesas bin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Dema ku me qala Îslamê kir, em ê him ji şermezarkirinê netirsin û him jî amûrê îstîsmarê nedin destên dijminên dîn. Nexasim em ê bi wê balkêşîya înterner û medyaya civakî neyên xapandin û em ê xwe bernedin wê çala ku binê wê xuya nake. Em ê bi rûkenî, bi gotina xweş, bi hesasîyet û bi hezkirinê gazî însanan bikin Îslamê û em ê vê yekê bidomînin."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir