• DOLAR 32.591
  • EURO 34.868
  • ALTIN 2499.173
  • ...
Ji Şaredarîya Êlihê daxuyanîya 'Anketa Sînema'
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li ser malpera civakî ya Wekîlê Şaredarîya Êlihê Ertûgrûl Şevkî Aksoy, anketa "bila camî be? an sînema be?" hatibû destpêkirin. Aksoy, daxuyanîyek da û îfade kir ku ew hesaba ne aîdî wî û ne jî aîdî şaredarîyê ye û ew hesab, hesabekî sexte ye.

Di berdewama daxuyanîyê de hat îfadekirin ku di warê guherandina parqê wek camî an sînemayê de tu anket nehatîye kirin û cîh hat dayîn van agahîyan: "Di rojên dawî de li ser navê min hesabên sexte hatine vekirin û şîroveyên ne rast li ser navê min û şaredarîya me hatine kirin û ev anket di çapemenîyê de cîh girtine. Ez veya dibêjim tu eleqeya min û şaredarîya me bi wan hesaban tineye. Wekî di van hesabên sexte de hatîye parvekirin guherandina parqa Ataturkê wek sînema an camî di vî warî de tu xebat an anketên me tineye. Parvekirinên hatine kirin derqanûnî û sexte ne. Derheqê van kesên ku vê yekê kirine de wê kirarîya qanûnî bê destpêkirin."

Piştî Wekîlê Şaredarîya Êlihê Ertûgrûl Şevkî Aksoy hat ser wezîfeyê bi navê 'Ertuğ Şevket Aksoy' (@ertgsevketaksoy ) di Çileya 2017an de hesebekî sexe yê Twitterê hatibû vekirin û parvekirina anketê li ser wî hesabî hatibû kirin. (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir