• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
"Şehîdên Qerecdaxê" yên ku ji teref PKKê ve hatibûn qetilkirin hatin yadkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di 10ê Adara 1994an de kesên PKKyî li rêya gundê Gogweriya Çinarê mayîn bi cî kiribûn û di encama teqîna mayinê de 11 Misliman şehîd bûbûn. Ji ber salvegera şehadeta 11  Mislimanan ji teref Platforma Karwana Şehîdan ve bernameya bîranîna şehîdan hat tertîbkirin û şehîd li ser qebrên wan hatin yadkirin.

Platforma Karwana Şehîdan li ser qebrên şehîdan bernameya bîranînî tertîb kir.

Di bernamya bîranîna şehîdan de Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Bahattîn Temel, Erdal Elîbuyuk, Endamê Lijneya Şêwrî Vedat Tûrgût, Serokê Navçeya Çinarê Abdûrrahman Tekdal û ji gundên derdorê gelek welatî beşdarî bernameya bîranîna şehîdan bûn.

Bernameya şehîdan bi xwendina Qur'ana Pîroz destpêkir. Piştî xwendina Qur'anê bavê zarokê 12 salî yê ku di teqîna mayînê de şehîd bû Mela Abdûrrahman Guleç axaftinek kir.

"Di êrîşê de jê yek 12 yek jî 10 salî bi tevahî 10 Misliman şehîd bûn"

Guleç wiha axafî: "Di sala 1994an de di meha Remazanê di sibeha Şeva Leyletul Qedrê de otobusa ku ji bo amadehên eydê diçû Diyarbekrê û tê de zarok, pîrek, îxtîyar bi tevahî derdora 50 kesî têdebû dema diçûn Diyarbekirê pêl mayîna ku PKKê bi cîh kiribû kir û mayîn teqîya. Di encama teqîna mayînê de jê 10 Misliman şehîd bûn û 40 kes jî bîrîndar bûn. Di nava kesên şehîd bûne de du zarokên 10-12 salî jî hebû."

Guleç, di berdewama axaftina xwe de îfade kir ku di wan sanalan de her tim mayin dixistin rêyan û wiha got: "Berya niha jî gelek caran mayîn xistin rêyan, lê belê me bi alîkarîya Xweda ew ferqkirin. Ev zilma tenê ji ber ku em Misliman bûn û me dixwest em dînî xwe bijîn û li gor Kur'an û Sinnetê jiyana xwe berdewam bike dihat serê me. Berya wê jî em gelek car hatin tehdîdkirin, marûzî êrîşan man lê belê me jî dawa Îslamê tawîz nedan. Lewra em Mislimanin û em tenê ji Xweda ditirsin. Me nikarîbû serê xwe ji kesên ji evdara ditewandin de bitewandana."

Paşê bernama bi behskirina ji jiya şehîdan dewam kir û dûre Endamê Îttîhadul Ulemayê mela Munîr Şanli axaftinek kir û wiha got: "Micadela di rêya Xweda de tê kirin ji bo bi be wesîleya xelasîya însanan dihat kirin. Lê belê hin îman ji heye bi cemaetê re nimêj dikin, lê belê piştgirîya kufrê dikin, şîrkê dikin, zilmê dikin, nijadperestîyê dikin û piştgirîya zilmê dikin îmana wan jî wek îmana Andûllah Bîn Ubey Bîn Selûl e Xweda mihafeza me ji îmana wisa bike."

Bernameya şehîdan ji teref Mela Nîhat Çelîk ve bi xwendina diayê bi dawî bû. (ÎLKHA)









































Bu haberler de ilginizi çekebilir