• DOLAR 32.599
  • EURO 34.803
  • ALTIN 2509.766
  • ...
Wek karker dixebitî bû xwedî febrîqe
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yahya Aydin berî vê 6 salan dest bi karê tekstîlê kir bi ezm û cehdeke mezin di karê xwe de xebitî û xwe pêşve bir û piştî 6 salan fabrîqaya tekstîlê vekir û niha jî 80 kes li ba wî dixebitin.

Aydin di daxuyanîya ku da de destnîşan kir ew malên ku li kargeha xwe hildiberîne difiroşe 4 alîyên Tirkîyê, heger dewlet destekê bide wan ew ji xwe re kirine hedef hejmara îstîhdamê zêdetir bikin.

Aydin di berdewama axavtina xwe de diyar kir xelkê herêmê bi bêkarîyê re micadele dike û ew jî bi xeyala îstîhdamkirina çend kesan karê xwe damezrandiye. Aydin dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Berî 5-6 salan  ez di fabrîqayeke tekstîlê de dixebitîm. Hemd ji Xweda re min fabrîqa vekirin û 80 kesî li ba xwe dixebitînim. Em bi fîrmayên xwecihî û biyanî  re dixebitin. Armanca me ew e ku em hejmara karkerên xwe zêdetir bikin û ji memleket û herêma xwe re bi fêde bibin. Bo em însanê herêmê ne û bo ku em ji xelkê re bifêde bibin me vî karî vekir."(ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir