• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Bawerîya bi axretê hêmaneke wisa ye ku mirov pê bextewar dibe
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

TUÎKê daneyên "Jiyana mesûd" yê sala 2017an eşkere kir. Li gor daneyên dilxweşîyê yê TUÎKê di sala 2016a de ji sedî 61,3ê kes mesûd bûn, lê belê di sala 2017an de ev hejmara dilxweşîyê daket ji sedî 58an. Jî Hejmara kesên nemesûd sedî 10,4 derket ji sedî 11,1ê.

Mamosteya Hindekarîyê ya Zanîngeha Mûş Alparslanê Psîkolog Fatma Akçay, derbarê kêmbûna bextewarîyê de ji nûçegîhanê ÎLKHAyê re nirxandên girîng kir û îfade kir ku tiştên bandora xwe li ser bextewarîyê dike yê herî mihîm yek jê jî bawerîya dînî ye û îfade kir ku bawerîya bi axretê faktoreke wisa ye ku mirov pê bextewar dibe.  

"Faktora bêkarîyê bandora xwe li ser bextewarîyê dike"

Akçayê, destnîşan kir ku ji ber bawerîya wan ya bi axretê, kesên îxtîyar bêtir bextewarin û dîyar kir ku bawerîya bi axretê faktoreke wisa ye ku însan pê bextewar dibe. 

Akçayê, di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Ji xwe li got her emrekî sedemeke bextewarîyê heye. Mersele dema meriv zarokekî têr bike û binê wî paqij bike ew bextewar dibe. Di demên din de ser merselê serkeftinek akademîk hin kesan mesrûr dike. Ji ber vê yekê em dikarin bibêjin emrê bextewarîyê tineye, lê belê li gor emran sedemên bextewarîyê tên guherandin. Li gor îstatîstîkan kesên îxtîyar ji ciwanan bextewartirin. Çima îxtîyar bextewarin, ciwan ne bextewarin. Divê em li ser vê yekê bisekinin. Lewra di her salî de xwestek tên guherandin. Dema însan karbes dibin gelek tiştan dijîn û tecrube dikin. Dixwzin li ba zarokên xwe û xizmê xwe bimîne. Ji bilî veya ji li ser berxtewarîyê bandor û tesîra dîn jî heye. Dema însan îxtîyar dibin ji bo pêşerojê baştir difikirin. Bi tesîra dîn îxtîyar zêdetir hêvîdarin. Lewra bawrîya wan bi axretê heye. Li ba ciwana zêdetir fikra maddî-materyalîst heye. Dibêjin bila wesaîta min hebe, karê min hebe, ez bi kêre dixwazim ez bizewicim fikr û tirsên wan yê wisa heye. Ev tiştana li ba îxtîyaran kêmtir hene. Ji bilî vana faktora bêkarîyê jî bandora xwe li ser bextewarîyê dike. Zanîngeh pir bûnin. Hema hema li heman bajaran zanîngehek heye. Di gel vana mezûnên wan jî zêde dibe. Lê belê li gor zêdebûna ciwana dîtina kar pir kême. Di şûna ciwan zêdetir bixebite ew di kesên din de pirsgirêkê dibînin. Ji ber vê yekê ciwan nemesûdin û li pêşerojê bi hêvî nanerin."

Akçayê, di dawîya daxuyanîya xwe de îfade kir ku xebatên zanistî li ser însanên bawermend zûtir tesîra xwe dide nîşandan û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Xebatên zanistî li ser kesên bawermend zûtir tesîra xwe dide nîşandan. Ser merselê em dinerin baştir bi nexweşîyan re serî derdixin. Sedemê vê yekê jî ji ber amacek wan heye bandoreke baştir li ser wan dike. Kesên Misliman tinebûnê nafikirin. Lewra di Îslamê de tinebûn tineye. Ji ber ku bawerîya wan bi axretê heye xwe kontrol dikin. Dema tiştekî nebaş were pêşîya wan Qur'an û Sinetê ji xwe re dikin rêber. Dema tiştek bê serê meriv û miriv zanibe merivê çi bike ji xwe merivê berxtewar bibin." (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir