• DOLAR 32.37
  • EURO 34.992
  • ALTIN 2324.852
  • ...
Şopên zilma ku di wextê wê de hatibû kirin hêj li ser dîwarên camîyê tên xuyakirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Dema ku dîrok 15ê Mijdara sala 1935an nîşan da ji TBMMê qanûn hat derxistin û gelek mizgeft û camî hatin girtin û gelek ji wan jî wek axûr, kadîn û depo hatin bikaranîn ku yek ji wan mizgeftên ku wê demê wek axûrê hatiye bikaranîn Mizgefta Mezin a ku li Qosera Mêrdînê bi navê Koçhîsar, Dunaysir û Camîya Xerabe tên binavkirin e ku ev mizgeft ev 800 sal ku li ber xwe dide da ku li ser piyan bimîne.

Huseyîn Kiliçaraslanê 86 salî yê ku ji wê heyama wek axûr bikaranîna camîyê re bûbû şahid destnîşan kir kolonên mizgeftê hatin qulkirin û hespan pê ve girê didan ku ew şop hêj li ser dîwaran maye.

Kiliçarslan di destpêk axavtina xwe de heyfa xwe bi wan rojên berê anî û destnîşan kir: "Berê di nav vê derê heywan digeriyan û hespên leşkeran girêdayîbûn. Xweda ji wan kesên ku vê mizgeftê restore dikin razî be. Ew kesên ku li camiyan xwedî derdikevin, restore dikin û didin çêkirin înşallah cihê wan cennet e. Ew cihên ku lê hesp dihatin girêdan weke xwe dimînin. Wê demê dîwaran qul dikirin û hespên xwe pê ve girê didan."

 "Bi kevirên camîyê qereqol hat çêkirin"

Kiliçarslan di berdewama axavtina xwe de diyar kir dema ku kalê wî hatiye Qoserê bes 6 mal li wê derê hebûn û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Wê çaxê ji vê derê dihat gotin Koçhîsar.Wek gundekî bû. Dû re dema ku ev der bû nahîye, bavê min jî bû muxtarê vê derê û heta salên 1960î muxtartî kir. Demek hat însan heywanên xwe dixistin camîyê û leşker jî hespên xwe tê de girê didan. Di heqîqetê de ew ê camîyê xera kiribana. Bi kevirên camîyê qereqol çêkirin. Ew cihê berê yê qeymeqamtîyê jî bi kevirên camîyê hat çêkirin. Me bi vî şiklî dît."

 "Camî demeke dirêj bo îbadetê hat girtin"

Kiliçarslanê ku diyar kir camîya ku wek axûrê dihat bikaranîn dû re hat girtin û dû re weha li axavtina xwe zêde kir: " Rojekê gotin ku ew ê Fevzî Çakmak ji vê derê derbas bibe. Ji ber ku bavê min mûxtar bû çû pêşîya wî û jê re qala rewşa camîyê kir. Dû re her du digel hev hatin camîyê û Fevzî Çakmak ferman da ku pîşîya camîyê bi dîwar bê girtin da ku tu kes nekeviyê. Piştî vê yekê tu kes nikaribû bikeve camîyê. Li wê camîyê encax roja eydan me dikaribû nimêja eydê bikin. Tê bîra min, bes me serê şeveqê bi nimêja eydê dihatin camîyê û em diçûn. Wê heyamê tu kes newêrîbû xeber bida. Kûmekî mi hebû, dema ku Alî Komutanê di nav Suwarîyên Mîr Alayi de dema ku hat vê derê kûmê min ji serê min derxist û avêt erdê û dû re li min dan."

 "Dilê me dişewitî, lê tiştek ji destên me nedihat"

Kiliçarslan di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew dema ku biçûk bû dihat vê camîyê û wê heyamê ji vê pê ve jî tu camî jî tunebûn û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Xweda rehma xwe lê ke. Melayekî bi navê Îhsan Xoce hebû,lê ji ber şert û mercan nikaribû dersa Qur'anê bi xwe jî bide. Lewra di camîyê de Qur'an xwendin qedexe bû. Dozger hebû, dihat ba bavê min û jê re digot ' Bila zarok naçin camîyê û Qur'anê nexwînin.' Ez jî ji ber vê yekê diçûm gundên nêzî me û dersa Qur'anê distand û dîsa ez vedigerîyam mala xwe. Bi vî şiklî min Qur'anê xitim kir. Li camîyê nimêj nikaribû bê kirin û dersa Qur'anê niakribû bê dayîn. Camî kiribûn axûr. Dilê me dişewitî, lê belê tiştek ji destên me nedihat."

 "Ji ber restorasyona ku tê kirin em gelekî zêde kêfxweş in"

Kiliçarslanê ku diyar kir ew ji ber restorasyona ku tê kirin gelekî zêde kêfxweş e di berdewama axavtina xwe de wiha axivî: " Înşallah ew ê bi vê restorasyonê camî dê bibe wek berê. Em bi saya  van camîyan dijîn. Sedema ji temamê dinyayê re meydan xwendina me ev camî ne, azanên ku tên xwendin û nimêjên ku tên kirin in. Temamê dinyayê li hember milletekî ku ji mirinê netirse bibe yek dîsa nikare tiştekî ji wî bike."

 "Dema ku mirov qala zilmê bike ne mimkûn e ku negirî"

 Kiliçaraslan di dawîya axavtina xwe de qala wan rîwayetên ku bav û kalên wî jê re gotine kir û derbarê serpêhatîyên wan de wiha axivî: " Dema ku mezinên me ji me re qala zilma ermenîyan dikirin em gelekî zêde digrîyan. Dema ku mirov qala zilmê bike ne mimkûn e ku negirî. Ermenî digel Rûsan  di ser gund û qezayên me de digirtin û însanên me qetil dikirin. Tecawizî pîrekên bi hemil dikirin û dû re zaroka di nava wan de derdixistin û dikirin du parçe û davêtin. Digel ew qas zilm kiribin jî Fransaya bêar dibêje 'Ermenî hatin qetilkirin.' Ermenî bi xwe qetlîam kirin."(ÎLKHA)



















































Bu haberler de ilginizi çekebilir