• DOLAR 32.512
  • EURO 34.94
  • ALTIN 2430.764
  • ...
Pîrekên ku di girtîgehên Sûrîyê de zilm dîtine serpêhatîyên xwe vegotin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Azîze Celûtê ku zilamê wê di salên 1980an de ji ber ku endamê  Birayên Misliman bû hatibû girtin û ji ber ku ew bi xwe jî teklîfa muxbîrtîyê red kiribû 11 salan di girtîgehan de hat girtin. Azîze Celût berî vê 5 salan dema ku şer derket ji ber tirsa cardin girtinê hat Tirkîyê.

 "Em ji girtinê gelekî tirsîyan"

Cellut di destpêka axavtina xwe de diyar kir di salên 1980an de gelek endamên malbata wê di zindanên Sûrîyê de hatine girtin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Zarokekî me tevlî xwepêşanên li Sûrîyê bû û navê wî ket destê îstîxbarata Sûrîyê. Ji ber ku navê wî ji teref îstîxbarata Sûrî ve hat qeydkirin em gelekî zêde tirsiyan. Ji ber vê yekê em hatin Tirkîyê. Lewra di wan salên 1980an de gelek endamên malbata me yên ku ji teref îstîxbarata Sûrî ve hatin girtin bi salan di zindanan de hatin girtin. Ji ber vê yekê di nava 24 seatan de me xwe da hev û em ji Sûrîyê revîyan û hatin Tirkîyê."

 "Ez ducanî bûm û gelek zêde îşkence li min kirin"

Cellut di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew bûye şahid ku di sala 1980an de 40 hezar însan hatine qetilkirin û dema ku ew 21 salî bû 11 salan di girtîgehê de hatiye girtin  û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Ez di sala 1979an de hatim girtin. Zilamê min di leşkerîyê de dixebitî. Bi eşkerekirina agahîyên leşkerîyê hat sûcdarkirin. Ji ber vê sûca ku hat avêtin zilamê min, ez jî hatim girtin. Zorê li min kirin da ku ez derheqê zilamê xwe û hevalên wî de agahîyan bidim wan. Dema ku ez hatim girtim bi hemil bûm. Di ser vî halê min a bi hemil de gelek îşkenceyan li min kirin. Piştî vê girtinê 3 mehan ez di girtîgehê de mam û dû re min berdan. Elbet di vê pêvajoyê de gelek îşkence li min hatin kirin, Îşkenceyên wisa bûn ku psîkolojîya mirov ji ber wan xera dibû. Dû re di sala 1980an de cardin min girtin û ez 11 salan di girtîgehê de mam.  Şikir ku tecawîzî min nekirin, lê belê di zindanan de tecawizî gelek pîrekên Sûrî kirin.Di vî şerî de herî zêde pîrek zirar dîtin."

"Hinek pîrek ji bo ji tecawizê xelas bibin mecbûr diman ku belgeyên bêesil û sexte îmze bikin"

Aîde El-Hacî Yusufa ku diyar kir ji 15ê Adara sala 2011an vir ve gelek pîrekên Sûrî hatine kuştin û bi hezaran pîrek hêj jî di girtîgehên ku di bin kontrola rejîm de ne tên girtin jî derbarê zilma li pîrekan tên kirin de wiah axaivî: "Nêzî 8 mehan  di girtîgehê de mamm û ez mecbûr mam ku werim Tirkîyê. Ev bû salek ku li Tirkîyê me. Li Sûrî pêşî me binçavkirin û dû re birin girtîgehê û îşkence li me kirin. Tiştê ku ew dixwastin bi me didan nivîsandin. Me mecbûr hiştin ku em bi zorê wan belgeyan îmze bikin. Hinek pîrek ji bo ji tecawizê xelas bibin mecbûr diman ku belgeyên bêesil û sexte îmze bikin. Li mehkemê parêzer û dozger tev ji wan bûn, îtîraz û parastinên me yên li wê derê ji teref wan qethîyan nehatin qebûlkirin. Ew tiştên ku di girtîgehên Sûrîyê de pêk tên sûcê însanetîyê ye"

Derbarê mijarê de her wisa pîreka Sûrî ya bi navê Lema Ahadenîya ku parêzer e  jî destnîşan kir ew ji ber ku beşdarî xwepêşanên aştîyê bûye ji teref îstîxbaratê ve dihat lêgerîn ku ew jî ji ber vê yekê bi rêyên qeçax hatiye Tirkîyê.(ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir