• DOLAR 32.52
  • EURO 34.799
  • ALTIN 2432.899
  • ...
Di navbera Tirkîye û Emerîka de hevdîtina krîtîk
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Desthilatdarên Tirkîye û Emerîka, di serî de di warê muttefîkîya NATO û mijara PKK/PYD û ji bo tansîyonê di navbera xwe de bixin wê îro li Washîngtonê werin cem hev.  
Di hevdîtinê de wê li ser mijarên bi nîqaş yên di navbera herdû dewletan de û di mijarên din de guftegoyan bikin. Wezîrê Karûbatên Derve yê Tirkîye Mevlût Çavûşoglû îfade kir ku mijarên di encama komjivînê de derdevin wê pêşeroja herdû dewletan diyar bike.
Van hevdîtinan meheke berê ji ber qeyrana di navbera Tirkîye û Emerîka de derketibû hatibû destpêkirin. Ev komcîvîn ji bo qeyrana di navbera herdû dewletan de bi rêyên dîplomatîk bên çareserkirin hatibû destpêkirin.
Li gor nûçeya VOAyê pispor dibêjin ji ber nerîna Wasîngton ya PKK/YPGê hevdîtina îro wê tevlîhev derbas bibe.
Tirkîye bi sedem zêdebûna tansîyonê Wazareta Parastinê ya Emerîka Pentagonê sucdar dike.
Operasyona Efrînê ya ku li dijî PKK/YPGê tê kirin tansîyon zêdetir kir. Lê belê Washîngton li hember vê operasyonê derdikeve û îddîa dike ku operasyona Efrînê wê zirarê bide micadela li dijî IŞÎDê.
Di komcivîna ku wê îro li Washîngtonê bê kirin, tê hêvîkirin operasyona Tirkîye ya li dîjî Efrînê jî bê rojevê. Ankarayê berya niha eşkere kiribû piştî Efrînê wê hedefa wan ya duyemîn bibe Minbîc. Li Minbîcî leşkerê Emerîka bi PKK/YPGê re li wirin. Li gor daxuyanîya ji teref Tîrkîye hatibû kirin hatibû îfadekirin ku heger leşkerên Emerîka li cem PKK/YPGê cîh bîgre wê ewê jî hedef bên girtin.
Niha PKK/YPG derketina ji Minbicî red dikin, lê belê Enqere dixwaze Emerîka temamê têkiliyên xwe yên bi PKK/YPGê re qut bike.
Di vê komcivînê de tê hêvîkirin ku niqaşên di navbera herdû dewletan de bê bi dawî kirin. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir