• DOLAR 32.494
  • EURO 34.955
  • ALTIN 2434.271
  • ...
Di 13emîn salvegera şehadeta xwe de Aslan Mashadov
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Îro salvegera şehata serokê Çeçen Aslan Mashadov ya 13emîn e... Mashadov şexsetekî di berxwedana Çeçenan de cîhekî girîng dikre û di 2005an de bi êrîşeke Rûsan hatibû şehîdkirin.

Tu Çeçen ku di navbera sala 1944 û 1957an de li welatê xwe nehatin dinyayê.

Aslan Mashadov jî wek nesla xwe, ew jî di sala 1951ê de li Qazakîstanê hat dinyayê.

Malbata wî di koça 1944an de temamê ezîyetan kişand.

Mashadov di sala 1957an de di 6 salîya xwe de vegerîya Çeçenîstanê. Di sala 1972an de ji akademîya topan ya Tîflîsê mezûn bû. Li Federasyona Rûsyayê li deverên wek Macaraîstan û Lîtvanyayê wezîfe kir.

Piştî Yekîtîya Sovyetan xira bû ji terev Dûdayev ve dawetî welatê xwe Çeçenîstanê hat kirin.

Aslan Mashadov di sala 1992an ji wezîfeya xwe ya artîşa Rûsya veqetîya û ji bo xizmetê ji welatê xwe re bike çû Çeçenîstanê û bû Serfermandarê leşkerî.

Mashadov, di qezenc kirina herba Rûs-Çeçen ya sala 1996an de xwedyê parek mezin e.

Piştî Dûdayev hat şehîdkirin Aslan Mashadov bû Serok Dewletê Çeçenîstan û cîhada Çeçenîstan wî dewam kir.

Di sala 1999an de piştî Rûsayê herba duyemîn da destpêkirin Mashadov seroktî berda û dest bi herba gerîlla kir.

Mashadov, di 8ê Adara 2005an de di gel hin efserên Çeçen li qasabaya Tostoy-Turtê ji teref Rûsan ve hat şehîdkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir