• DOLAR 32.325
  • EURO 35.109
  • ALTIN 2301.715
  • ...
Konvoya Wijdanê ya Navneteweyî gihaşt Hatayê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di wê konvoya ku bi armanca balkişandina li ser pîrekên ku di zindanên li Sûrîyê de tên girtin û miameleyeke nebaş û qirêj li wan tê kirin derket rê de bi hezaran kesên ku ji dîn, ziman û neteweyên cûda yên ku ji 55 welatan hatine hene.

Konvoya ku dabû rê îro gihaşt Hatayê. Bi deh hezaran pîrekên di konvoyê de li qada Navenda Fuarê ya Hatayê daxuyanîyek dan. Parêzer Gulden Sonmez li ser navê pîrekan axivî û diyar kir ew bo temamê pîrekên li dinyayê bên parastin bi hezkirineke mezin dane rê.

"Tiştê ku bûye sedem ku em bidin rê zilma ku li xwehên me û li zarokên wan tên kirine"

Sonmez di axavtina xwe de diyar kir "Em di 7emîn sala şerê Sûrîyê de dibêjin  êdî bes e" û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Em wek pîrekên ku ji gelek derên cîhanê hatine bo pîrekên Sûrîyeyî yên ku bi şikleke neheq tên girtin, îşkence û îstîsmara zayendî li wan tê kirin  hatin ba hev û kom bûn. Ji kar û welatên cûda pîrek li Stenbolê kom bûn û bi Konvoya Vîcdanê re ber bi Hatayê re bi rê  ketin, me piştgirî da hev. Her ku em çûn em zêdetir bûn. Dengê me li dinyayê gerîya. Hemû kes ji me pirsîn 'çima hûn ketine rê?' Me jî got tiştê ku bûye sedem ku em bidin rê zilma ku li xwehên me û li zarokên wan tên kirine."

 "Di herba Sûrî de tecavuz li hember pîrekan wek çekekê tê bikaranîn"

Gulden di berdewama axavtina xwe de diyar kir êdî di wê şerê li Sûrî de exlaq nemaye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Em bawer dikin aştî bo temamê însanan tiştê herî bi xêr e. Encax em dibînin ku qeweta me têra sekinandina şer nake. Lê  belê  em dîsa jî ji vê derê bang dikin.  Êdî ne exlaq û ne jî hiqûqa şer nemaye. Di herba Sûrî de tecavuz li hember pîrekan wek çekekê tê bikaranîn. Em ji însanîyeta xwe şerm dikin.  Mirina bi çekên kimyewî ya her zarokekî/ê û di girtîgehan de girtina her pîrekekê hêvîya me ya bo dahatûyê ji holê radike. Wan xwehên me yên Sûrîyeyî serbest berdin, bila vegerin malên xwe, bila bigihijin malbatên xwe."(ÎLKHA)











































Bu haberler de ilginizi çekebilir