• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Çavuşoglu: Ew ê digel Iraqê bi şikleke hevpar operasyona derveyî sînor bê kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu  bi Karîn Kneîssla Wezîra Karên Derve ya Avusturyayê re hevdîtin kir. Piştî hevdîtina ku hat kirin re Çavuşoglu daxuyanîyek da.

Wezîr Çavuşoglu di daxuyanîya ku da de destnîşan kir ew ê operasyona Efrînê heta meha Gûlanê berdewam bike.

Çavuşoglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir pêwîst e Iraq ji PKKê bê paqijkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Ew ê digel Iraqê li dijî PKKê bi şikleke hevpar operasyona derveyî sînor bê kirin û divê bê kirin. Operasyona derveyî welêt dibe ku piştî hilbijartinên li Iraqê ango piştî 12ê Gûlanê bê kirin. Me derbarê mijarê de bi Serokwezîrê Iraqê Haydar el-Îbadî re hevdîtinek kir."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir