• DOLAR 32.419
  • EURO 34.832
  • ALTIN 2491.907
  • ...
Li Nîjeryayê "nexweşîya ku nehatiye teşxîskirin" dibe sedema mirinan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di van  her sê heftîyên dawî de li hinek gundên li herêma Yabgaya Rojava ya ku bi ser parêzgaha Jîgawaya Nîjeryayê ve girêdayî ye 75 kes ji ber "nexweşîyeke ku nehatiye teşxîskirin" jiyana xwe ji dest dan.

Serokê Komîsyona Tenduristîyê yê Nîjeryayê Saka Audu derbarê mijarê de diyar kir nexweşîye ku heye dirûva şobê girtîye li ser xwe û pir bi xetere ye, lê belê hêj nehatiye teşxîskirin.

Audu di berdewama axavtina xwe de diyar kir 2 zarok di naveyna 12 seatan de jiyana xwe ji dest dane û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Di serî de dihat zenkirin ku nexweşî taya Lassa ye, lê ji ber ku verişîna bi xwîn derket holê me dev ji vê zenê qeriya û me dest bi hinek testên din kir."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir