Li Cerablusê êrîşa bombeyî: 8 kes jiyana xwe ji dest dan
Di êrîşa bombeyî ya ku li Cerablusê hat kirin de 8 kes jiyana xwe ji dest dan û gelek kes birîndar bûn.
Li Cerablusa girêdayî Heleba Sûrîyê li nêzî navenda polêsan bi wesayîta bombebarkirî êrîş hat kirin, di encama êrîşê de 8 kes jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin li navenda Cerablûsa Helebê piştî nîvro li nêzî navenda polêsan teqînek pêk hat. Di encama înfîlakkirina wesayîta bombebarkirî 8 kes jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.
Kesên birîndar ji cihê bûyerê hatin tahlîyekirin û hatin anîn nexweşxaneyên li Karkamiş û Entabê.
Tê îddîakirin êrîş ji teref PKK/PYDê ve hatiye kirin.(ÎLKHA)