• DOLAR 32.57
  • EURO 34.91
  • ALTIN 2432.9
  • ...
 "Xwedin û hînbûna heyata Hz. Muhammed bo min xelata herî mezin e"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Encamên Îmtîhana Sîyerê ya ku ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve li tevahîya Tirkîyê bi beşdarbûna 300 hezar kesan hatibû tertîpkirin diyar bûn û navên kesên ku ketin derecê û xelas qezenc kirin hatin diyarkirin. Kesên ku li Mêrdînê beşdarî îmtîhanê bûbûn û ketibûn derecê hest û ramanên xwe ji ÎLKHAyê re vegotin.

 "Ez dixwazim sala pêşîya me xelata umrê qezenc bikim"

Esma Yaşîna ku ji kategorîya duyemîn ketibû îmtîhanê ji 80 pirsan 79 pirsan rast bersivandibû û li Qoserê bûbû kesa yekem derbarê mijarê de hest û ramanên xwe weha anî zimên: "Ez bi saya mamosteyê xwe ketim îmtîhanê û li Qoserê ez bûm kesa yekem. Ez ji mamosteyê xwe re teşekur dikim. Dema min  kitêbê xwend cihê girîng binê wan xêz kir û min nîşe girt. Bi vî awayî min amadehî kir. Sala werî ez dixwazim bibim kesa yekem û biçim umrê."

"Xwedin û hînbûna heyata Hz. Muhammed bo min xelata herî mezin e"

Ayşenur Ramazanogluya ku beşdarî îmtîhanê bûbû û li ketibû derecê derbarê mijarê de weha axaivî: " Xwedin û hînbûna heyata Hz. Muhammed bo min xelata herî mezin e. Ez pirs zêde xebitîm û ketim derecê. Ewilî ez şaş mam û dû re ez pir kêfxweş bûm. Min kitêbê xwend û kurtasîya wê derxist û pirsên ku berî niha derketibûn çareser kir. Ez dixwazim sala were jî têkevim derecê."

 "Him ez ketim derecê û him jî heyata Pêxemberê me hîn bûm"

Pinar Turguta ku ketibû derecê jî derbarê mijarê de wiha axaivî: "Di îmtîhanê min xwest ku têkevim derecê. Beşdarbûna îmtîhanê pir xweş bû. Ji ber ku ez ketim derecê pir kêfxweş im. Bo min xelata herî mezin hînbûna heyata Pêxemberê me bû. Min xelat nestandibana jî tiştek nedibû, ez xemgîn nedibûm. Him ez ketim derecê û him jî heyata Pêxemberê me hîn bûm."

Di Îmtîhana Sîyerê de Mêrdîn wek bajêr bû bajêra sêyemîn

Koordînatorê Mêrdînê yê Platforma Evîndarên Pêxember Nurettîn Gezgîn derbarê mijarê de diyar kir di wê îmtîhana ku li tevahîya Tirkîyê hat tertîpkirin de ji Mêrdînê tev de 167 kes ketin derecê û di Îmtîhana Sîyerê de Mêrdîn wek bajêr bû bajêra sêxyemîn.

Gezgîn di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew ê wek platform sala were hejmara kesên ku dê bên şandin umrê zêde bikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Her ku diçe hejmara kesên ku dikevin îmtîhanê zêdetir dibe. Em bawer dikin ku temamê 14 hezar beşdarvanên me ketine derecê. Lewra di teorîyê de bi şikleke baş hînî heyata Pêxemberê me bûn."(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir