Kalin: Hat astengkirin ku Efrîn bibe Qendîla duyemîn
Berdevkê Serokwezîrtîyê Îbrahîm Kalin destnîşan kir "Ev bû demeke ku YPG/PYD hewil dida Efrînê bike Qendîla duyemîn. Ev yek bi mudaxeleya ku hat kirin hat astengkirin."
Arîkarê Sekreterê Giştî û Berdevkê Serokwezîrtîyê Îbrahîm Kalin di Kullîyeya Serokwezîrtîyê civîna çapemenîyê li dar xist û derbarê geşedanên di rojevê de nirxandinan kir.
Kalin di nirxandina ku kir de derbarê mijara Efrînê de weha axivî: "Ev bû demeke ku YPG/PYD hewil dida Efrînê bike Qendîla duyemîn. Ev yek bi mudaxeleya ku hat kirin hat astengkirin. Ji îro pê ve jî dê ji tiştekî wisa re musade neyê dayîn."(ÎLKHA)