• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Fatîhê biçûk li benda neqla gûrçikan e
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Malbata Tekîn li Seyhana navçeya Edenê  dijî û lawê wan a bi navê Fatîh ku 10 salî ye ji 2 salîya xwe vir ve bi nexweşîya gûrçikan ketiye û niha jî ji sedî 90ê her du gûrçikan naxebitin. Malbata Fatîh Tekîn derbarê mijarê de diyar dikin ew ji ber nexweşîya lawê xwe xemgîn in û bes çareyeke başbûnê heye ku ew jî neql e.

Îsa Tekînê ku bavê Fatîhê nexweş e, derbarê mijarê de diyar kir dema ku lawê wan bûye 2 salî ew ji nexweşîyê haydar bûne û ji wê rojê ve dermankirina nexweşîya wî berdewam dike.

Bav Tekîn di berdewama axavtina xwe de diyar kir demekê lawê wî li xestê razaye û dû re bi mehane bo dermankirinê diçe nexweşxanê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Niha ji sedî 90ê her du gûrçikên lawên min naxebitin. Doxtor dibêjin pêwîst e neqla gûrçikan bibe. Lawê min niha 10 salî ye û diçe pola 3yemîn. Nexweşîya wî him li dersên wî û him jî li mezinbûna wî tesîr dike. Him standina kîloyan û him jî avêtina qamê nebaş e."

Tekîn di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew di dema wê de xwestine kur gûrçikên xwe bidin lawê xwe, lê belê ji ber ku di encama tehqîqtê de lihevnekirin derket gûrçikên me jê re çênabin. Doxtoran ji me re gotin ku ji ber tu û xanima  xwe naskirîyê hev in hûn jî hilgirê nexweşîyê ne û ji ber vê yekê gûrçikên we li wî nayên. Doxtor dîsa got ew ê bo neqlê Fatîh bixin dorê êdî kengî dor hatiyê. Niha em li benda neqlê ne."(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir