• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
"DEDAŞ bi neheqî ciza dibire"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gundikê Orneka gundê Tûzlagozuya Hezoya navçeya Êlihê ji heman malbatê DEDAŞê li 3 kesan bi tevahî 6 hezar lîre cizayê ceyranê birî. Welatîyan îdîa kirin ku di destê DEDEŞê de tu materyalên ku wan ceyrana qaçak bikaranîye tinebû jî DEDAŞê 6 hezar lîre ciza li wan birî ye. Welatîyên gund bertek nîşanê vê neheqîyê dan.

Malbatên ku DEDAŞê ciza li wan birî ye îfade dikin ku ew her meh di navbera 60 û 100 lîreyî de perê fatorê ceyrana xwe birêkûpêk didin û temamê têlên wan xuya dike ku tu xetên qaçax tineye. Lê belê ekîbên DEDAŞê ji wan re gotine em ji bo miamelê aboneyê hatine û ciza li wan birîne. Ehlê gund îfade dikin ku heger wan qaçax bikar anîbin "bila ciza bidin me" lê belê ew dibêjin saeta me paqije û tu pirsgirêk tê de tineye.

Ji ehlê gund Ceyhan Altûner destnîşan kir ku dema ew ne li mal bûn ekîbên DEDAŞê hatine û bi neheqî ciza li wan birîye û wiha got: "Ez li taxa gundê Tûzlagozu li Orneklîye rûdinîm. Ji saziya ceyranê hatin û bi derqanûnî ciza li me birîn. Dema em ne li malê bûn hatin û ciza li me birîn. Di gel saetên me û qabloyên ceyrana me tev li derve ye û li ber çavaye jî. Tu vekolîn nekirin û li min 2 hezar lîre ciza birîn.

Altûner, di berdewama axaftina xwe de îfade kir ku ew ji xwe astegdare, DEDAŞê jî carek din ew mexdûr kirîye û wiha got: "Em dixwazin van cizana dewlet pê zanibe da ku di vî warî de tiştek bê kirin."

"Demên em ne li mal bûn hatine li saetên me nerîne û ciza birîne"

Altûner, di dawîya axaftina xwe di îfade kir ku li taxa wan nêzîkî 30 malî heye lê belê ekîbên DEDAŞê hatîye ciza ji wan tenê birîye û ev yek wan difîkîrîne û wiha got: "Piştî ciza dan min hefteyekê ez çûm DEDAŞê min daxwaznameya xwe da. Paşê ez çûm serdozgerîyê û qereqolê jî min daxwazname da. Ev 2 meh derbas bû hê jî li me venegerîya ye. Do dîsa ji sazîya ceyranê hatin û li malê nerîn. Heta vê carê mala min wek mînak nîşan dan. Ji ber ku xeta ceyranê ji dîrek raste rast dihat saetê. Tu tiştek têde tinebû. Li gor em hîn bûn wê werin li gund trafokî çêbikin. Ji ber vê yekê jî wê li saetan binerin. Dema em ne li mal bûn hatine li saetan nerîne. Li vir 30 an 35 hal hene tenê ciza li me birîne. Ez difikirim ecêba li hemberî me nîyetek wan ya din heye, ez vê nizanim. Lewra min her meh birêkûpêk perê fatorê xwe dida. Ji ber ku ez astengdarim hin caran min ji 3 mehan carekê perê xwe dida, lê belê her tim min perê xwe tev dida. Fatoreyên min tev li ba minin. Herî hindik fatorê min 60 lîre an 80 û hin caran jî 150 lîre dihat û min tev dida."

"Gotine em ne ekîbên qaçaxênin û tu pirsgirêk tineye lê belê paşê ciza birîn"

Ji mexdûran Tekîn Altûner, îfade kir ku ekîbên DEDAŞê dema hatin ji wan re gotine em ne ekîbên qaçaxênin û tu pirsgirêk di saetên we de tineye, paşê çûn 10 roj derbas bû ji me re ciza hat û wiha got: "Ez gundparêzê ewlehîyê mim. Roja ciza birîn ez ji wezîfe yê hatim. Ez derbasî malê bûm paşê 5 deqe derbas bû min dît ekîbên DEDAŞê hatin. Ji min re gotin em ekîbên DEDAŞê nin. Taxa din trafo xwestine ji ber vê yekê em hejmara saetan dikin. Ez jî derketim ber derî û min ew pêşwazî kir. Sîleha min dîtin û gotin tu gundparêze? Min got belê ez gundparêzim. Min got kerem bikin binerin. Hatin hundur û li saetê nerîn. Min ji wan pirsî, min got tu pirsgirêkek heye? Ji min re gotin naxêr tu pirsgirêk tineye û gotin em ne ekîbên qaçaxê nin u saeta we jî xweşik dişixule. Paşê gotin ev mala ya kê ye? Min got ew jî ya kêkê min e, ji xwe ew jî ne li male. Min got aboneyek min ya din jî heye ew jî li xwarê ye. Gotin temam tu pirsgirêk tineye û çûn. Ji mala min re hezar lîre, ji aboneya din re 3 hezar lîre û ji abona kekê min re jî 2 hezar lîre hat. Bi tevahî 6 hezar lîre ciza li me birîn."

"Qethîyen me ceyrana qaçax bikar neanîye"

Altûner, îdîa kir ku bi qesdî ev ciza danin wan û îfade kir ku ji ber em ji xwe bawerin me ev mijar birin mehkemê û wiha got: "Li vî gundî derdora 30-35 mal henin. Tenê ji du abone yên min û ji ya kekê min re ciza birîn. Ez difikirim ku ev ciza bi mexsed danin me. Lewra qet li malên din nenerînin. Me lêkolîn kir bê ecêb çûnin malên din lê belê ji bilî malên me neçûnin tu malên din. Qethîyen me ceyrana qaçax îstîmal nekirîye. Em ji xwe bawerin me ceyrana qaçax îstîmal nekirîye. Ji xwe me ev mijara birin mehkemê. Min daxwazname da qereqol, sewcîtîy, mafên mezêxeran û DEDAŞê. Ji xwe DEDAŞê daxwaznameya min jî qebûl nekir. Heger min ceyrana qaçax bikar anî be bila tesbît bikin û ciza bidin min." (ÎLKHA)

































Bu haberler de ilginizi çekebilir